Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket 2021-02-28 14:16:46   NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Til Temirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket û 3 leşkerên rûs birîndar bûn.    Li Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket û 3 leşkerên Rûsyayê yên di helîkopterê de birîndar bûn. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) têkildarî mijarê derbas kiriye, helîkopter di navbera gundên El-Rêhaniyê û El-Qasimiyê yên navçeya Til Temirê ya qantona Hesekê de ketiye. Sedema ketina helîkopterê ne diyar e.