Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt 2021-02-28 11:08:19   MÊRDÎN – Li navçeyên Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt û Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Nisêbînê Hêvîdar Dînç jî di nav de 3 kesan binçav kir.         Di saetên serê sibehê de polisan li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê bi ser malan de girt. Polisan, di serdegirtinan de deriyên malan şikandin û Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Nisêbînê Hêvîdar Dînç, Endama Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav û Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mehmet Saît Sirdaş binçav kirin. Hat hînbûn ku derbarê hin kesên din de jî biryar binçavkirinê heye.    Polisan kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polisan a Mêrdînê.