Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya 2021-02-27 14:40:29 ENQERE - Şandeya HDP’ê ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di nav de bi şandeya Partiya Keskan a Ewropa re civiya.    Şandeya HDP’ê ya ji Hevserokê Giştî Mîthat Sancar, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Serokwekîlê HDP’ê Sarûhan Oluç, Cîgirê Hevserokên Giştî ya Berpirsa Komîsyona Têkiliyên Karên Derve Feleknas Ûca pêk hat, bi şandeya Partiya Keskan a Ewropa re civiya. HDP’iyan bi Hevseroka Partiya Keskan a Ewropa Evelyne Huytebroeck û Hevserokê Komîsyona Parlemetoya Tevlîhev a Yekitiya Ewropa (YE) - Tirkiye Sergey Lagodînskyî re civîneke online li dar xistin.   Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê têkildarî civîna online daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrişên li ser partiya me, biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ya têkildarî Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a ku wê di Komîteya Wezîran a ku wê navbera 9-11’ê adarê de bê lidarxistin, nêrîn hatin dayîn. Hevserokê me yê Giştî Mîthat Sancar diyar kir ku Elmanya û welatên YE’yê ji pêkanînên bê hiqûqî yên desthilata AKP’ê berpirs in. Di hevdîtinê de heyeta Partiya Keskan jî diyar kir ku li dijî hemû êrişên li ser HDP’ê û beşên muxalîf di nava piştevaniyê de ne, wê ji nêzîk ve biryara DMME'yê ya ji bo Demîrtaş dabû bişopîne.”