Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî 2021-02-27 13:55:14 AMED - Hevserokên MEBYA-DER’ê jî di nav de 14 kes îro li Amedê di serdegirtinan de hatin binçavkirin. Polîsan li komeleya MEBYA-DER’ê 7 saetan lêgerîn kirin û dest danîn ser belgeyên fermî.  Li Amedê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek adresan de girtin û gelek kes binçav kirin. Di serdegirtinên li navenda bajêr û navçeya Karazê de, hevserokên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER) Yuksel Almas û Şeyhmûs Karadag, rêvebera Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Hatîce Guneş, rêveberê DBP’a Navçeya Rezanê Tahir Gul, Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Peyasê Hanim Altindag, rêveberê HDP’ê yê Navçeya Rezanê Fetûllah Işiktaş, rêveberê berê yê rêxistina HDP’ê yê Navçeya Sûrê Mûrat Uzgun, rêveberê berê yê HDP’a Bajêr Hafiz Işik, bavê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, di heman demê de rêveberê MEBYA-DER’ê Zekî Dag, rêveberên komeleyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan a 71 salî û Meryem Soylû a 79 salî, endama komeleyê Ayşe Çelîkbîlek, rêveberê berê yê MEYA-Derê ya bi KHK’ê hatibû girtin Mûzaffer Ûlaş jî di nav de 14 kes hatin binçavkirin.    Kesên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.    DEST DANÎN S ER BELGEYÊN FERMÎ   Polîsan bi ser degirtina malan re, di heman demê de, bi ser avahiya MEBYA-DER’ê ya li navçeya Peyasê de jî girtin. Polîsan deriyê komeleyê şikadin û 7 saetan di komeleyê de lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê polîsan dest danîn ser belgeyên fermî yên avahiyê. Parêzerên komeleyê, diyar kirin ku derbarê serdegirtin û lêgerîna komeleyê de “biryara veşartinê” heye.