26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin 2021-02-27 13:12:37 AMED - Xizmên windayan, pirsa aqûbeta sercerdevan Tevfîk Ay ê di sala 1995’an de vexwendin Qereqoka Eskerî ya Bajaroka Epse û 26 salin agahî jê nayê girtin, kirin.   Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, bi armanca “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 629’emîn a her heftê li dar dixin, ji ber pandemiyê, li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komeleyê di hesabê xwe de video parve kir û bal kişand ser aqûbeta windayan. Di çalakiya vê heftê de, pirsa aqûbeta sercerdevan Tevfîk Ay ê di 17’ê Çileya 1995’an de eskeran vexwend qereqolê û careke din agahî jê hatin girtin, hat kirin. Serpêhatiya Ay ji aliyê Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Abdusselam Înceoren ve hat vegotin.   ‘EM Ê HESEN Û METÎN JI BÎR NEKIN’    Înceoren, berî çîroka Ay vebêje, bal kişand ser bûyera Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Xarpetê Parêzer Metîn Can û endamê ÎHD’ê Bijîşk Hasan Kaya yên di 21’ê Sibata 1993’yan de hatibûn revandin û qetilkirin û wiha got: “Ji aliyê du kesan ve hatin revandin. Ligel hemû serlêdanên navenda giştî û malbatan jî, agahî ji wan nehat girtin. Herî dawî, di 27’ê Sibata 1993’yan de, dibin pira Dînar a di navbara Xarpet û Dersimê de, bi awayekê qetilkirî hatin dîtin. Ji têkoşîna hiqûqî tu encam nehat girtin. Lê emê tu carî Hasan û Metin jibîr nekin û nedin jibîr kirin.”   ‘JÎTEM PÊRE PIR MIJÛL BÛ’   Înceoren, diyar kir ku li gorî vegotinên malbatan û agahiyên di çapemeniyê de hatin dayîn, Tevfîk Ay sercerdevan bû, li gundê Estel-Ziyaret a Midyatê dijiya, berî bê windakirin mûxtar bû û ji bo ku karê cînayetên kiryar ne diyar bike, JÎTEM’ê zext lê dikirin û pêre mijûl dibû.    ‘ŞAHIDAN DÎT KU KETIYE QEREQOLÊ’   Înceoren, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di 17’ê Çileya 1995’an de Serfermandariya Qereqoka Eskerî ya Bajaroka Epse Tevfîk Ay vedixwîne qereqolê. Ay diçe qereqolê û carek din agahî jê nayê girtin. Piştî ku agahî ki Ay nayê girtin, malbat dikeve nava tevgerê û pirsa wî dikin. Malbat diçe qereqolê jî pirsa Ay dike. Lê rayedarên qereqolê ji malbatê re dibêjin, ‘nehatiya qereqolê û me bangî wî nekiriye.’ Lê esnafeke ku li pêşberî qereqolê dikandariyê dike, şahidiya ku Tevfîk Ay di wê dîrokê de ketiye qereqolê dike. Ji ber ku tirsa kuştinê ev şahid piştî demekê, dest ji şahidiyê berdide. Kurê Ay Hidir Ay, wê demê hevdîtinê bi Wezîrê ji Mafên Mirovan berpirsiyar Azîmet Koyluoglû re hevdîtin dike. Lê ji ber vê hevdîtinê, ji qereqolê bangî Hidir Ay tê kirin. Dema ku Hidir Ay diçe qereqolê îşkence li wî tê kirin. Ji wî re tê gotin ku ‘wê Enqere jî nekare te xelas bike’ û bi vî awayî gef lê tê xwarin. Bi vî awayî ligel hemû hewldanên malbatê jî carek din agahî ji Ay nayê girtin.”