IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike 2021-02-27 10:31:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê IPPNW ê Tirkiyeyê Dr. Gîsela Penteker, diyar kir ku divê ekîbek pispor biçe Garê û têkildarî bikaranîna gaza kîmyemî lêkolîn bike.     Nîqaşên têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya di navbera 10 û 13’ê Sibatê de li Garê hatibû lidarxistin û 13 jî eskerên dilgirtî, bi giştî 16 eskaran tê de jiyana xwe ji dest da bûn, dewam dikin. Tê îdîakirin ku Tirkiyeyê di dema operasyonê de, çekên kîmyewî bi kar aniye.    Berpirsê Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleer (IPPNW) yê Tirkiyê Dr. Gîsela Penteker, têkildarî mijarê pirsên ANF’ê bersivandin. Penteker, diyar kir ji bo ku bi awayekê zanistî bê çespandin ku gaza kîmyewî hatiye bi karanîn, tenê dîmen û wêneyên hatine kişandin ne besin, divê şandeyeke pispor biçe herêmê û di cih de lêkolîn bike.   CEZAKIRIN HETA BÊJE ZORE    Dr. Penteker, ji tecrûbeyên xwe yên herêm şer mînak dan û wiha dewam kir: “Li Sûriyeyê, me carek din fêm kir ku ispatkirina bikaranîna gaza kîmyewî pir zore. Tenê bi mêzekirina wêneyan, ne pêkane ku em vê yekê texmîn bikin. Ger pisporên girêdayî Neteweyên Yekbûyî biçin herêmê û bikaranîna çekên qedexe ispat bikin jî, pêvajoya cezakirina bersûcan heta bêje pir zor dibe. Ji ber ku gelek caran, bikaranîna gaza kîmyewî qûrbana siyasete tê kirin.”   Penteker, dest nîşan kir Tirkiye endamê NATO’ê ye û wiha got: “Ligel vê yekê jî dibe ku çekên kîmyewî di destê artêşa Tirkiyeyê de hebin.” Penteker, di vê çarçoveyê de bal kişand ser operasyonên li dijî kurdan û wiha bilêv kir: “Tirkiye, bi dagirkirina herêm û xakên di nava sînorên Sûriye û Iraqê de jî hiqûqa navnetewî binpê kiriye. Li gorî yasayên ku cîhanê qebûl kiriye ev sûc e, hêzên rojavayî jî hevkarê vî sûcî ne.”   JI KARAYILAN BANG     Li aliyê din, di rojên derbas bûyî de, Endamê Komîteya Rêveberiya PKK’ê Mûrat Karayilan jî ji Stêrk TV’î re axivîbû û diyar kiribû ku di dema operasyona Garê de, Tirkiyê gaza kîmyewî bi kar aniye û bang li hêzên navneteweyî kiribû ku li herêmê lêkolîn bikin.    Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku Tirkiye li sala 1997’an ve alîgirê wê ye, bi kar anîna çek û gazên kîmyewî, teqez qedexe dike.