'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî' 2021-02-27 09:11:52 STENBOL - Parêzerên ku ji bo Mûrat Koç ê ku nexweşîna SMA'yê pê re heye, daxilî nav kampanyaya "Ji bo Mûrat bibe nefes" bûne, anîn ziman ku heya niha 500 hezar TL berhev kirine, lê belê ev pere têra tedawiyê nake. Parêzeran bang li her kesî kir ku piştgiriya kampanyayê bikin.  Li Îdirê kurê Sakîne û Yaşar Koç, Mûrat Koçê 7 mehî li hemberî nexweşîna Spînal Muskuler Atrofî (SMA) Tîp 1 li ber xwe dide. Di sala 2015 û 2017'an de du zarokên malbata Koçê ji ber vê nexweşînê jiyana xwe ji dest dane. Lewma malbat jî ji bo ku Mûrat Koç bijî, kampanyaya alîkariyê daye destpêkirin. Parêzer jî di nav de gelek kes daxilî nav kampanyayê bûne. Kampanyaya ku bi dirûşmeya "Ji bo Mûrat bibe nefes" hatiye destpêkirin, 4 meh in didome. Ji bo tedawiya Mûrat pêdivî bi 17 milyon TL'yî heye. Lê belê hê ev pere nehatiye berhevkirin.    ‘WEXT KÊM E'    Xalê Mûratê 7 mehî Parêzer Mûrat Arksak, anî ziman ku du birayên Mûrat jî ji ber nexweşîna SMA'yê jiyana xwe ji dest dane. Arksak, bilêv kir ku çendî ku malbata tedawî bûye jî, lê belê cardin Mûrat bi vê nexweşînê ketiye û ev nexweş, di nav nexweşên SMA'yê de nexweşên herî giran in. Arksak got: "Ji ber ku rewşa wî giran e, wextê me pir kêm maye."    DAXUYANIYÊN WEZARETÊ NE RAST IN    Arksak gotinên Wezareta Tenduristiyê bibîr xistin ku bi israra dibêje, "Em van zarokan tedawî dikin. SGK, dermanên wan dide" û got: "Ev daxuyanî kuliyen nerast in." Arksak, detnîşan kir ku dermanê vê nexweşînê Zolgensma ye û got: "Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ev derman pesend kiriye û li hin welatan belaş e. Lê Tirkiye vî dermanî nayne."    Arksak, bilêv kir ku li Tirkiyeyê zarokên ku hatibin tedawîkirin û baş bûbin tune ne.    'EM BIBIN DENGÊ WAN'    Arksak, bibîr xist ku kampanyaya ji bo Mûratê 7 salî hatiye destpêkirin nêzî 4 meh in didome û got: "Berî ku ev nexweşîn texrîbateke mezin tê de çêbike, rojek berî rojekê divê derman bê peydakirin. Li Tirkiyeyê Mûrat ne bi tenê ye. Ev ji bo me rojeveke cidî ye, lê qada siyasetê deng ji xwe nayne. Malbat, bi derfetên xwe kampanyayê bi rê ve dibin. Piranî jê nikarin dengê xwe ragihînin. Dewlet alîkariyê nake."    Arksak, bilêv kir ku Wezareta Tenduristiyê soz daye ku dê derman bîne Tirkiyeyê û got: "Tim soz dide, lê heya niha pêk neaniye."    Arksak, anî ziman ku ji ber ku rayedara xwe li bêdengiyê datşnin, ji mecbûrî kampanya dane destpêkirin û ew parêzer bi awayekî dilxwaz daxilî nav kampanyayê bûne û got: "Em hewl didin çareyekê ji malbatan re bibînin. Em hewl didin bibin dengên malbatan. Niha pitikek gav bi gav ber bi bênefesiyê ve diçe. Heger dilê me yî ku em bixwazin bibin nefes hebe, ê ev bi piştaveniyê bibe."    ‘ME TEVNA DILXWAZIYÊ AVA KIR'    Parêzer Meltem Ozel jî diyar kir ku gava pê hesiyane, ew parêzer li hev kom bûne û dste bi berhevkirina alîkariyê kirine. Ozel got: "Me parêzeran tevneke dilxwaziyê ava kir. Em parêzerên vê tevnê, li ser medyaya civakî xwedigihînin mirovan. Em bi weşanên zindî dilxwazan zêde dikin. Heger hûn bi kampanyaya ku we bi 10 kesan daye destpêkirin nikaribin hejmara dilxwazan zêde bikin, mixabin ne ê ev kampanya pir bi ser nekeve."    Ozel, anî ziman ku lê dîsa jî wisa hêvî dikin dê kampanyaya wan bi ser bikeve û xwest ji destê kê çi tê bike.    ‘EM BAWER IN'    Parêzera dilxwaz Şehrîban Parlak jî anî ziman ku her roj bi hunermend, rojnamevan û rewşenbîran re weşanan dikin û got: "Hê em di destpêka kampanyayê de ne. Heya niha me 500 hezar TL berhev kiriye. Lê di ser 2 milyon dolarî re pere divê, ji bo tedawiyê. Em bawer dikin ku em ê karibin vî pereyî berhev bikin."    ‘BIBIN NEFESA MÛRAT'    Parlak bang li her kesî kir ku daxilî nav kampanyayê bibin û ji bo Mûrat "bibin nefes".    Parêzer Baran Albayrak jî anî ziman ku bi rêya medyaya sosyal hay ji kampanyayê çêbûye û paşê bûye dilxwazê kampanyayê. Albayrak got: "Em hewl didin ku bibin dengê zarokan."    HÊVΠ   Albayrak, destnîşan kir ku dixwazin ev kampanya ji bo zarokên din jî bibe hêvî û bang kir: "Ji destê kê çi tê divê bike."    Agahiyên ji bo piştgiriya kampanyayê ev in:   "İBAN TR54 0001 0021 8868 5201 3650 01 ZiRAAT BANKASI  ALICI: SAKİNE KOÇ AÇIKLAMA: MURATA NEFES OL"   Pêwendî: Bebeğin babası Yaşar Koç: 0 537 432 91 76   MA / Kadîr Guney