ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-27 09:00:14 * Saîme Arslan ku da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir got: "Feraseteke wekî 'bila jin nexebite, li malê li zarokên xwe binere' heye. Ez li ber vê ferasetê rabûm."  * Girtiyê nexweş Serdal Yildirim, çendî ku ji sedî 98 astengdar e û rapora wî ya ATK'ê ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye jî, nayê berdan. Endamê OHD'ê Vedat Ece, ji bo Yildirim bê berdan serî li AYM'ê da.    * Îsmaîl Guney Yilmaz û hevalên xwe bi lazkî kovara "Uncire" (Bêxew) derdixin. Yilmaz, destnîşan kir ku armanca wan hejmara kesên ku karibin bi lazkî bixwînin û binivîsin zêde bikin.    * Li welatê ku 83 milyon nifûsê wê heye û nîviyê vî nifûsê jin in, tenê 145 stareyên jinan hene. Endama Komeleya Jina ya Starê Meryem Aslan, anî ziman ku dê di 16'ê adarê de tevî 29 komeleyan kampanyayekê bidin destpêkirin.    * Parêzerên ku ji bo Mûrat Koç ê ku nexweşîna SMA'yê pê re heye, daxilî nav kampanyaya "Ji bo Mûrat bibe nefes" bûne, anîn ziman ku heya niha 500 hezar TL berhev kirine, lê belê ev pere têra tedawiyê nake. Parêzeran bang li her kesî kir ku piştgiriya kampanyayê bikin.    * Mûhammed Salici ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine, diyar kir ku ji ber ku navendên kontrolkirinê tune ne zarokên wî zehmetiyê dikişînin û got: "Kûrên dowîzî zêde dibin, lê belê alîkariya ji bo amûrên medîkalî tê dayîn, 4 sal in eynî ye. Bi hezaran malbat mexdûr in, lewma divê tavilê navendên masûlkeyan tevbigerin."    *Girtiyê nexweş Ridvan Yusufoglu yê 28 salin girtiye û berî 17 salan bi nexweşiya Ulseratîf Kolît ket, nayê derman kirin. Yusufoglu, ji bo ku bê dermankirin gelek caran sewqa xwe xwest, lê ev daxwaza wî her tim hat redkirin.   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û ji bo faîl bên darizandin û winda bên dîtin dê çalakiya xwe di hefteya 831'emîn de berdewam bikin. (12.00)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 629'emîn de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)    * Înîsiyatîfa Ji Girtîyên Nexweş Re Azadî, bi bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 337'emîn de çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 466'emîn de çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)