6 sal û 8 meh ceza dan rêveberê HDP’ê 2021-02-26 14:46:39   AMED - Li rêveberê berê yê HDP’a Amedê Mehmet Sayît Demîr, ji 2 sûcên cuda, 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Di danişîna doza bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê Rêveberê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Mehmet Sayît Demîr hatibû vekirin de, biryar hat dayîn. Danişîn li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Demîr beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wî Berdan Acûn di danişînê de amade bû.    Dozger di danişînê de, mutalaya xwe ya derbarê Demîr de dabû dubare kir. Dozger xwest ku Demîr bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” bê cezakirin û ji sûcên din jî, bê beraetkirin.   CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ   Dadgehê, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 mehû ji sûcê “li dijî qanûna hejmara 2911’an derketin” jî 5 meh, bi giştî 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Demîr birî.