Danişîna Tuncel û Kişanak dest pê kir 2021-02-26 11:01:14 MELETÎ - Danişîna doza derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak de hatiye vekirin li Dadgeha Meletiyê dest pê kir.  Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” doz li wan hatiye vekirin. Danişîna 10’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Meletiyê dest pê kir. Kişanak bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Kandirayê ya Jinan beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Mehmet Emîn Aktar û Mesût Beştaş jî bi rêya SEGBÎS’ê ji Edliya Amedê tevlî danişînê bûn.     Tuncel ji ber sewqa wê ya nexweşxaneyê hatiye kirin bi hêceta di karantînayê de ye beşdarî danişînê nebû. Beriya danişînê polîsan li derdora edliyê tevdîrên zêde girtin.    Danişînê bi parastina parêzerên Tuncel û Kişanak dest pê kir û didome.    ÎSTÎNAFÊ CEZA XERA KIRIBÛ    Dadgeha Meletiyê bi îdiaya “endamtî û propaganda rêxistinê” 15 sal cezayê zîndanê li Tuncel birîbû û bi heman îdiayê jî 14 sal û 3 meh ceza li Kişanak birîbû. Parêzerên herdû siyasetmedaran jî dozê veguhezandin Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê. Dadgeha Îsînafê biryara Dadgeha Meletiyê ku li siyasetmedaran sepandibû xera kir û xwestibû doz ji nûve li Meletiyê were dîtin.