Kaçmaz: Qanûna bingehîn a nû bi peymana civakî pêkan e 2021-02-26 09:03:30 ENQERE – Endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn a HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, anî ziman ku qanûna bingehîn a nû, ancax bi peymaneke civakî pêkan e.  Piştî ku Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, cardin qanûna bingehîn xist rojevê, partiyên din ên di meclîsê de jî dest bi amadekariyan kirin. Tê gotin AKP ji bo qanûna bingehîn a nû xebateke 4 merheleyî daye destpêkirin û muxalefet jî destnîşan dike ku ya ku AKP dike tenê ji bo mayindekirina pergala hikûmeta serkomartiyê ye.   Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê û Endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn Huseyîn Kaçmaz, nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de nirxandin.    Kaçmaz, diyar kir ku Tirkiye bi qanûneke bingehîn a darbeyê tê birêvebirin. Kaçmaz, destnîşan kir ku lewma pêdiviya civakê bi qanûneke bingehîn a nû re heye û hemû derdor di vî warî de hevfikr in.    ‘PERGALA YEKZILAMÎ'    Kaçmaz, anî ziman ku AKP di 16'ê Nîsana 2017an de bi guherandia qanûna bingehîn re pergala hikûmeta serokomartiyê ava kiriye û bi vê re berbi otorîterbûyînê ve diçe. Kaçmaz, bilêv kir ku di pergala nû de cihêtiyên di navbera qanûnçêkirin, rêvebirin û darazê de ji holê rabûne û ev hemû bo pergala yekzilamî ve hatine girêdan.    Kaçmaz got: "Lê di van şert û mercan de radibin qala qanûneke bingehîn a nû dikin. Qet ne cihê baweriyê ye. Rejîmên otorîter, tim serî li gotinên reform an jî qanûneke bingehîn a nû didin. Ji bo ku ev çê bibin, pêdivî bi feraseteke pêşverû û nû heye. Lê belê reform û qanûna bingehîn a ku îqtidar behsa wê dike, tenê ji bo qewîkirina pergala yekzilamî ne."    Kaçmaz, destnîşan kir ku ji bo qanûneke bingehîn a nû, tiştên bivê nevê ji nû ve bihêzkirina rêgeza 'cihêtiya hêzan' a di navbera qanûnçêkirin, rêvebirin û darazê de ye û got: "Heya ku bêhiqûqîtiyên heyî ji holê ranebin, heya ku zexta li ser darazê neyê şikandin û heya ku cihêtiya hêzan çênebe, dê pêvajoya qanûneke bingehîn a nû ji referandûma 16'ê Nûsana 2017'an wêdetir neçe. Wê çaxê şert û emrcên Rewşa Awarte hebûn. Niha jî Rewşa Awarte di dewrê de ye."    LIHEVKIRINEKE CIVAKΠ   Kaçmaz, destnîşan kir ku qanûnên bingehîn "peymanên civakî", lema qanûneke bingehîn ancax bi peymaneke civakî pêkan be. Kaçmaz got: "Li Tirkiyeyê, mixabin hem qanûna bineghîn a darbeyê hem jî pêkanînên îqtidarê, kirin ku polîtîkayên înkarkirinê kûrtir bibin. Destpêka polîtîkayên red û înkarê jî qanûna bingehîn e. Niha di bara qanûna bingehîn de tu hikmê 20-25 milyona kurdan tune ye."    Kaçmaz, anî ziman ku lewma qanûna bingehîn nikare bi tena serê cwe pirsgirêkan çareser bike û got: "Lê gava hemû derdor li hev bikin û xwe tê de bibînin, wê çaxê dibe ku ev yek ji bo qanûneke bingehîn bibe destpêkek."    Kaçmaz, diyar kir ku îqtidar bi nîqaşên bi vî rengî tenê dixwaze umrê xwe dirêj bike. Kaçmaz, anî ziman ku li Tirkiyeyê gel û bawerî bi hev re dijîn, lewma qanûneke bingehîn a tekparêz dê nikaribe pirsgirêkan çareser bike û got: "Pêdivî bi qanûneke ku hemû derdorên civakê xwe tê de bibînin heye."    MA / Bêrîvan Altan