Rojnamegeran negirtin danişîna doza Îpek Er 2021-02-25 12:10:26 SÊRT – Rojnamegeran negirtina doza Îpek Er ku çawişê pispor Mûsa Orhan dest dirêjî wê kiribû û ji ber vê destdirêjiyê dawî li jiyana xwe anîbû.    Li êlihê, çawişê pispor Mûsa Orhan, dest dirêjî Îpek Er kiribû û bûbû sedem ku Er dawî li jiyana xwe bîne. Ji ber vê bi sûcdariya “êrişa zayendî ya biwesf” doz li Orhan hatibû vekirin. 2’yemîn danişîna dozêli 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê dest pê kir. Malbata Er, baroyên Sêrt û Amedê, şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Sêrt û Êlihê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tevlî danişînê bûn.    Rojnamegerên ku xwestin danişînê bişopînin jî negirtin edliyeyê. Polisan, ragihand ku bi fermana Dozgeriya Komarê ya Sêrtê rojnamegeran nagirin edliyeyê.    Her wiha jinên nûnerên Meclisa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad jî negirtin edliyeyê.    Danişîn didome.