Zeytun: Ji bo edaletê em bi hev re têbikoşin 2021-02-25 09:06:47 AMED - Serokê ÎHD'a Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn, anî ziman ku bêhiqûqîtiya li hemberî kesekî di asasê xwe de li hemberî tevahiya civakê ye û li dijî tecrîdê bal kişand ser têkoşîneke hevpar.  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 91'ê de ne. Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn, tecrîda li ser Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê nirxandin.    Zeytûn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûq nayê şixulandin û bal kişand ser binpêkirina mafên hevdîtina bi malbat, hevdîtina bi telefonê yên girtiyan. Zeytûn, bilêv kir ku Ocalan û her 3 girtî ji van mafan sûd nagirin û got: "Ne mimkun e ku mirov vê yekê bi hiqûqê rave bike."    'TECRÎD BI SAÎKÊN SIYASÎ TÊ KIRIN'    Zeytûn, diyar kir ku ji bo ku ev bêhiqûqîtî ji holê bê rakirin komeleya wan ketiye nav gelek ehwldanan, lê belê hîn jî pêkanînên li Îmraliyê neguherîne. Zeytûn, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan bi saîkên siyasî tê kirin û got: "Li Tirkiyeyê gava mesele polîtîk dibin, meseleyên di warê hiqûqî de bên çareserkirin, bi biryarên polîtîk tên binpêkirin."    'BERPISIYAR ÎQTIDAR E'    Zeytûn, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên bêmde û dorveger û destnîşan kir ku ew mafên jiyanê diparêzin û ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin tevdigerin. Zeytûn, anî ziman ku heger li girtîgehan tiştekî neyînî rû bide, berpirsiyarê vê îqtidar e û got: "A ku li girtîgehan mafê jiyanê biparêze û binpêkirinên mafan ji holê rake, dewlet e. Lê li Tirkiyeyê di warê mafên mirovan û hiqûqê de krîzek heye. Li dijî vê divê em bi hev re bitêkoşin."    TÊKOŞÎNEKE HEVPAR   Zeytûn, destnîşan kir ku divê civak di warê hiqûq û edaletê de bitêkoşe û got: "Bêhiqûqîtiya li hemberî kesekî, di asasê xwe de li hemberî tevahiya civakê ye. Ji bo edalet bi temamî pêk bê, divê civak bitêkoşe."    MA / Mehmet Şah Orûç - Mehmet Erol