Rêveberiya Nisêbînê ya Partiya Pêşerojê îstîfa kir 2021-02-24 11:49:53   MÊRDÎN - Serokê Rêxistina Navçeya Nisêbînê yê Partiya Pêşerojê Abduvehap Akan, got ku bi zorê siyaset nabe û bi rêveberiya xwe ve îstîfa kir.   Serokê Rêxistina Navçeya Nisêbînê yê Partiya Pêşerojê ku serokatiya wê ya giştî serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû dike, Abduvehap Akan, bi rêveberiya xwe ve îstîfa kir. Akar, hincetên îstîfaya xwe weke negirtina sozên hatine dayîn, di kongreya wan a mezin a Enqereyê de ji xeynî tirkî bikarneanîna tu zimanên din û bi rêveberiya bajêr re hin li hevnekirin daxuyand.  Akan, diyar kir ku cara ewil nîne siyasete dikin û derbarê siyaseta di Partiya Pêşerojê de wiha got: “Bi darê zorê siyaset nabe. Ji ber vê yekê me biryara siyasetê girt.”