Platforma Jinan a Îskenderûnê: Dê serhildana me daneyê 2021-02-23 14:44:24   HATAY - Endama Platforma Jinan a Îskenderûnê Nazîre Gulenay, diyar kir ku ji ber peymana Îstanbul pêk nayê kuştina jinan zêde dibe û wiha got: "Êdî tehamula me tune ku yek ji me kêm bibe. Heta ku hemû jin azad nebe dê serhildana me daneyê."   Platforma Jinan a Îskenderûnê, têkildarî kuştina jinan daxuyanî da. Endama Platforma Jinan a Îskenderûnê Nazîre Gulenay, bal kişand ser kuştina Şûle Yildirim a li ber çavê 4 zarokên wê xwest kuştina jinan bi dawi bibe. Gulenay, diyar kir ku ji ber peymana Îstanbul pêk nayê kuştina jinan zêde dibe û wiha got: "Êdî tehamula me tune ku yek ji me kêm bibe. Heta ku hemû jin azad nebe dê serhildana me daneyê. Ji ber ku îqtîdar ewlehiya jinan nagire, şirîkê van kuştinan e. Divê tedbîran bigire û rê li pêş kuştinan bigire. Ji bo vê yekê jî divê peymana Stenbolê têxe meriyetê û li gorî pivanên Peymana Stenbolê gavan bavêje.  Em bang dikin ku Peymana Stenbolê dide jiyandin. Dîsa Zagona Hêjmar 6284'an têxin meriyetê. Em ê li mafê xwe yê tekoşîn û piştevaniyê xwedî derkevin."