Yekemîn danişîna rojnameger Gok ku bi cezayê 20 salan tê darizandin hat dîtin 2021-02-23 13:17:53 AMED – Yekemîn danişîna rojnameger Abdurrahman Gok ku wêneyê kêliya qetilkirina Kemal Kûrkût a ji aliyê polisan ve kişandibû û bi cezayê 20 salan tê darizandin, hat dîtin. Kontrola edlî ya li ser Gok hat rakirin.  Rojnameger Abdurrahman Gok, di Newroza 2017’an a Amedê de wêneyê kêliya qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût a ji aliyê polisan ve kişandibû. Ji ber hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re, parvekirinên li ser medya civakî û daxuyaniyên şahidên nepen bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz li Gok hatibû vekirin. Yekemîn danişîna Gok li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.    Gok ku bi parêzerê xwe Resûl Tamûr re tevlî danişînê bû. Nûnerê Herêmê yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Mahmût Oral û rojnamegeran jî danişînê şopandin. Bi hinceta vîrûsa koronayê nehiştin Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê  (MKGP) Ayşe Guney, Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglû, Edîtorê Kurdî yê Ajansa Mezopotamyayê Kadrî Esen negirtin eywana danişînê.    SÛCDARÎ XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ NE   Di danişînê de Gok parastina xwe kir û û da zanîn ku 17 sal in rojnamegeriyê dike û wiha got: “Heta îro nûçeyên ku min çêkirine nehatine derwandin û pê nehatime darizandin. Lêpirsînên ku hatine destpêkirin jî bi biryara neşopandinê bi dawî bûne. Sûcdariyên di doznameyê de hemû xebatên min ên rojnamegeriyê ne. Dozger, qebûl dike ku hevdîtinên min ê xebatên rojnamegeriyê ne. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye ji bo min. Hevdîtinên ku hemû rojnameger dikin û nûçeyên xwe pê piştrast dikin ji bo min weke delîla endamtiya rêxistinê hatiye hesibandin.”   ‘EZ HEWLD DIDIM TEVAHIYA HEQÎQETÊ DIBÎNIM’    Li ser pirsa ku şahidê nepen “Sabir” wî weke berpirsyarê çapameniya KCK’ê nîşan daye jî Gok, ev tişt anîn ziman: “Di sala 2018’an de jî ji dosyayeke din ev daxuyaniyên şahidê nepen “Sabir” ji min hatin pirsîn, lê ev dosya bi bêşopandinê bi dawî bû.  Angaştên şahidên nepen “Sabir” bê bingeh in. Ji sala 2014’an ve li Irak, Îran û Sûriyeyê li qadên pevçûnan rojnamegeriyê dikim.” Li ser pirsa serokê dadgehê ya “Hûn nûçeyên ku çidikin li gorî nêrînên Ocalan çênakin?” jî Gok ev bersiv da: “Ez li gorî prensîbên rojnamegeriyê yên gerdûnî yên bi sedan salan e hene nûçeyan çêdikim.” Piştî vê bersivê serokê dadgehê mudaxaleyî Gok kir û got ku herkes li gorî prensîbên gerdûnî nûçeyan çêdike. Gok, bi van gotinan bersiv da serokê dadgehê: “Rast e.  Herkes hewl dide parçeyekî heqîqetê bide. Ez jî hewl didim bi tavahî heqîqetê bibînim.”   ‘PÎŞEYA ROJNAMEGERIYÊ DIKIM’    Herî dawî têkildarî sûcdariyên ku nûçeyên wî di Rojnameya Ozgur Polîtîkayê de hatine weşandin û wêneyên YPG’iyan weşandiye jî Gok, ev tişt got: “Beriya niha di ajansa dîhaberê de niha jî di Ajansa Mezopotamyayê de dixebitim. Nûçeyên min di van her du ajansan de hatine weşandin. Weşanên cuda ji van ajansan nûçeyên min girtine. Wêneyan jî min li qadê kişandiye û wê demê YPG’ê ji aliyê dewletê ve li derveyî qanûnan nedihat dîtin. Rojnameger im, pîşeya rojnamegeriyê dikim. Beraeta xwe dixwazim.”   DANIŞÎN TALOQÎ 3’Ê HEZÎRANÊ BÛ   Piştî Gok parêzerê wî Resûl Tamûr jî parastina muwekîlê xwe kir û daxwaz kir ku biryara qedexeya derketina derve û kontrola edlî ya li ser muwekîlê wî bê rakirin û amûrên wî yên dîjîtal ên hatine desteserkirin lê bên vegerandin.    Piştî parastina Gok û parêzerê wî dozger xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin.    Dadgehê, biryara da ku qedexeya derketina derve û kontrola edlî ya li ser Gok bê rakirin û şahidê nepene “Sabir” di danişîna bê de guhdarkirin û pirsên ku parêzer Gok jê bike di nav 14 rojan de ji dadgehê re ragihîne.    Dadgehê danişînê taloqî 3’ê hezîranê kir.