Xizmên girtiyan: Em dengê xwe bilind bikin da ku em bi ser bikevin 2021-02-23 09:12:20 ENQERE - Xizmên girtiyan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan bang kirin û gotin: "Em ê bitêkoşin. Ji lew ra em ancax bi vî awayî dikarin bi ser bikevin. Em dengê xwe bilind bikin ku em karibin bi ser bikevin."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 89'an de ne. Xizmên girtiyan, ji bo çalakiyên girtiyan bang kirin.    Fatma Tûran ku li Taxa Yakacik a navçeya Yenîmahalleyê dimîne, diyar kir ku biraziyê wê 4 sal in girtiye û nexweş e. Tûran, bilêv kir ku îdareya girtîgehê nahele biraziyê wê malbata xwe bibîne û xwest rojek berî rojekê ev bêhiqûqîtî û zext ji holê rabin. Tûran, anî ziman ku zextên sîstematîk ên li ser kurdan li her derî belav bûne û got: "Kurd nikarin derkevin derve. Nahêlin di partiya xwe de jî bixebitin. Şaredariyên me digirin. Em di hilbijartinê de bi ser dikevin, dû re radibin dest datînin ser şaredariyên me. Çi qas xerabî hebin dikin. Her ku kurd diaxifin, êrîşê dibin ser wan. Kî zilma li wan tê kirin bîne ziman, bi êrîşê re rû bi rû dimîne. Em van zext û zoriyan û vê zilmê qebûl nakin. Divê kurd rabin ser pêyan û aliyê hev bikin. Ji lew ra heger em dengê xwe bilind bikin û nekin jî heqaretê li me dikin."    'NE JI QENALÊN EWROPAYÊ BE Ê HAYA ME JÊ TUNE BE'   Mahsûr Bozyel jî ku li Yakacikê dimîne, anî ziman ku ne ji qenalên ku li Ewropayê weşana xwe dikin be, dê haya wan ji çalakiyên greva birçîbûnê tune be. Bozyel, rewşa heyî şiband koletiyê û got: "Gelek wekîlên me û gelek jî mirovên me niha girtî ne. Em newêrin du peyvan bilêv bikin. Di cî de me binçav dikin û dibin. Em dixwazin gotina xwe bibêjin. Em dixwazin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin."    Bozyel, anî ziman ku birayê wê Taner Bozyel 11 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Bandirma ya T-1'ê de ye û got: "Birayê min heya niha çend caran ketiye greva birçîbûnê. Ji ber grevên berê mîdeya wî nerihet bûye. 97 rojan di grevê de mabû. Niha ji ber ku nexweş e, heger têkevê jî ji me re nabêje. Em nizanin belkî niha jî tê de be. Em tenê bi telefonê bi hev re diaxifin. Lewma qet behs nake."    Bozyel, bilêv kir ku dê û bavên wê nexweş in û niha li Qersê ne û got: "Ne dikarin biçin girtîgehê ne jî dikarin bi telefonê pê re biaxifin. Me daxwazname da, lê kesî guh lê nekir. Tu dibêjî qey me ne welatyê vî welatî ne."    ‘TECRÎD ZILMEKE MEZIN E'    Bozyel, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Hadê em bêjin kesekî sûcek kir, ê cezayê sûcê xwe bikişîne. Lê heqê wî heye bi malbata xwe re biaxife û hevdîtinê bike. Ev zilmek pir mezin e. Ev rejîma koletiyê ye. Hêvîdar im berî ku mirin çbibe em mafên xwe bi dest bixin. Em dixwazin Abdullah Ocalan, wekîlên me yên girtî û girtiyên din ên siyasî hemû bên berdan."    Bozyel di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê bitêkoşin, em ancax dikarin bi vî awayî bi ser bikevin. Em dengê xwe bilind bikin ku em karibin bi ser bikevin."    ‘DAYIKÊ TÊRA XWE GIRIYAN'    Rahîme Gur ku got "bila êdî dayik negirîn" got: "Ez aştî û aramiyê dixwazim. Ma dayik têra xwe negiriyan?"   Gur, diyar kir ku kurê wê yê girtî tev li çalakiya beriya ya niha bûye û got: "Kurê min par di girtîgehê de bû. 87 rojan di greva birçîbûnê de ma. Gava kurê min di greva birçîbûnê de bû, em jî li vir di greva birçîbûnê de bûn. Me nan nedixwar. Gava em diçûn grtîgehê, kezeba min diperitî. Ma qey 87 roj hindik e? Hema em rojekê jî xwarinê nexwin, em ji birçîna dimirin. Hevjînê min nexweş ket. Hat serê me, hêvîdar im neyê serê tu kesê din."    Gur, xwest rojek berî rojekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.    TÊKOŞÎN    Habîb Gokdag, bal kişand ser bêdengiya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Êdî divê kurd şiyar bibin, rabin ser pêyan. Ma yê hîn çi bikin ji me? Divê em bi dil û can bibin dengê wan. Divê têkoşîn tenê ne li girtîgehan be. Em jî divê li derve rabin ser pêyan."    ‘EM SERÎ NETEWÎNIN'    Gokdag bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Em naxwazin şer çêbibe. Em dixwazin rêya diyalogê vebe. Bi her awayî zilmê û îşkenceyê ferz dikin. Êdî em naxwazin serê xwe bitewînin."    MA / Ceylan Şahînlî - Hakan Yalçin