Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Jiyan Taş birî 2021-02-22 14:39:24   AMED - Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Endama Dîwanê ya KCD’ê Jiyan Taş birî.    Derbarê Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Jiyan Taş de bi hinceta xebatên ku meşandine bi idiaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Taş li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê hat lidarxistin. Taş beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê Seda Zengîn û Mahmût Vefa amade bûn.    Dozger biryara xwe eşkere kir û ji dadgehê xwest ji 7 sal û nîvan heta 15 salan Taş were cezakirin.   ‘RÊVEBERÊN PARTIYA DESTHILATÊ JÎ BEŞDAR BÛN’   Parêzeran jî li dijî biryara dozgeriyê parastina miwekîla xwe kirin. Destpêkê parêzer Seda Zengîn bi bîr xist ku KCD platformeke qanûniye, di welat de gelek dezgehên weke wê hene û xebatên sazîbûnê weke sûc nikare bê nirxandin. Zengîn diyar kir ku kongreyên KCD’ê li dar xistine rêveberên partiya desthilatê jî beşdar bûne û da zanîn ku gumanbariya ser muwekîla wê pêk nehatine. Zengîn anî ziman ku muwekîla wê navê qod bikar neaniye û daxwaza beraetê kir.   Parêzer Mahmût Vefa jî diyar kir ku di lêgerînên KCD’ê de hin lîste hatibûn dîtin û darizandin li ser van lîsteyan çêbûn. Vefa destnîşan kir ku endamtiya rêxistinê nikare li ser van lîsteyan were nirxandin, sûcdarî red kirin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Taş birî.