Ji Taşdemîr ji bo Soylû: Dîmen li ku derê ne? 2021-02-22 14:34:18   ENQERE – Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku angaştên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû “derew û îftira” ne û ev tişt got: “Dîmenên vê qamerayê li kuder in? Li kuder in ev wêne? Soylû derewan dike, hedef nîşan dide û îftira davêje.”   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû wê hedef nişan dabû, bi serokwelîlê koma partiya xwe Sarûhan Olûç û komek parlamenterên partiya xwe re li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapameniyê li dar xist.    ‘ŞOVA SIYASÎ’   Parlamenter Taşdemîr, diyar kir ku li şûna hesab bide Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû partiya wan hedef nîşan dide û wiha got: “Li Meclisê got, ‘parlamenterek çûye’ lê nav neda. Piştî 4 rojan derket televîzyoneke alîgir û heqaret li partiya me kir. Bi gotinên ‘Piştî demekê, qasek din û deqeya dawîn’ bûyerê veguhast şovê. Di encamê de navê min da. Lê tu delîl peşkeş nekir. Bi kurtepistê sûîqasta rûmetê pêk anî.”   ‘TU ÇIMA LI BENDA OPERASYONA GARÊ SEKINÎ?’   Taşdemîr, destnîşan kir ku Soylû derew û îftirayan lê dike û ev tişt gotin: “Madem di destê te de agahî û belgeyeke wiha heye te çima neda dozgeriyê, lê di televîzyonê de eşkere kir? Ji bo eşkerekirina vê jî tu çima li benda operasyona Garê sekinî? Em zanin ku sedemeke vê heye. Ev yek hewldanek ji bo parastina desthilatdariya xwe ye. Ji bo vê jî her roj derewan, gotinên bêbingeh, îftirayan li me dike. Li vî welatî ji bo desthilatdariyê çi tê kirin, çi derew tên kirin em pê zanin."   ‘KA DÎMENÊN QAMEREYAN?’   Di berdewamê de Taşdemîr, bi lêv kir dema ku li bernameyê temaşe kiriye, dîtiye ku ku bi gotegotan û îftirayan dagirtî ye, bi navê rojnamevantiyê û bi navê welatê xwe li ber xwe ketiye û wiha domand: "Rojnamevanekî bi tenê jî pirseke rast nekir, li daxuyaniyê nepirsî. Negot 'Çima hûn îro li vir aşkera dikin'. Berpirsyariya Soylû yê derewîn e ku angaştên xwe ispat bike. Di rewşeke berovajî de derewker e, mufterî ye. Careke din dipirsim: Ez kengî, kîjan rojê çûme Garê? Bi belgeya aşkera bikin. Ji me re qala çîrokan nekin. Hûlûsî Akar li Meclisê aşkera kir, li devereke ku artêş bi xwe jî zor û zehmetî xwe gihande wir ez çawa kengî çûm e, kengî li wir hatim dîtin, kengî vegeriyam? Gelo di navbera Stenbol û Garê de seferê balafiran hene, lê haya me jê nîne? Qala dîmenan kirin. Soylû ka dîmenê kamera? Ka wêne?”   'JIN WÊ DAWÎ LI VÊ FERASETÊ BÎNIN'   Taşdemîr,  destnîşan kir ku îftirayên Soylû li dijî jinan hemûyan hatiye kirin û ev tişt got, "Van îftirayan weke li dijî têkoşîna me ya jinê dibînim. Têkoşîna me ya jinê wê dawî li vê feraseta siyasetê bîne. Piştevaniya jinê bi biryar e ku dawî li feraseta we ya siyaseta mafyatîk bîne. Li vir tînim ziman. Ez neçûm Garê. Ev aşkera ye. Ev angaşt derew e û îftira ye.”