Gergerlîoglu: Ez serî natewînim 2021-02-22 13:45:30   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, têkildarî cezalê lê hatiye birîn li meclîsê daxuyanî da û got: "Ez serî natewînim.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, têkildarî 2 sal û 6 meh cezayê ku Dadgeha Bilind li wî birî, li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Gergerlîoglu, anî ziman ku ji ber daxuyaniyên têkildarî operasyona Garê bûye hedefa îqtîdarê û wiha got: "Cezayê ku dadgehê li min birî siyasî ye. Ev biryar êrîşa li dijî mafên mirovan e. Bi temamî siyasî ye. Ne tenê siyasetmedar û hiqûqnas, hemû beşên civakê vê bê hiqûqiyê dibîne. Dixwazin parazvanên mafên mirovan ceza bikin. Ez kesê ku li dijî binpêkirina mafan têdikoşim niha têm cezakirin. Li wekîltiya min gefan dixwin. "    'LI TIRKIYE ÎŞKENCE HEYE'    Gergerlîoglu, anî ziman ku dê têkoşîna xwe berdewam bike û wiha lê zêde kir: "Bi salan e ez li dijî binpêkirina mafan têdikoşim. Ez ê têkoşîna xwe ya li dijî mafên mirovan berdewam bikim. Ev têkoşîn, têkoşîna mafên mirovan e. Teqez ez li dijî van kiryaran serî natewînim. Ez ne kesê ku li dijî vê bê hiqûqiyê serî bitewînim. Li Tirkiyeyê lêgerîna tazî û îşkence heye. Li Tirkiyeyê kêjeya Kurd heye. Min ev got ev ne şaş e. Ev rastiyek e. 30 salin ez parazvaniya mafên mirovan dikim. Ez wekîlê gel  im. Ji bo min aştî, jiyan girîng e. Min li dijî zilmê li ber xwe da û ez ceza kirim. Teqez ez vê yekê qebûl nakim. Ez alîgirê gel im. Vînekê ez hilbijartim."    'BIRYAREK SKANDAL E'     Gergerlîolî  bal kişand ser helwesta darazê û wiha axivî: "Biryara dadgeha bilind li holê ye. Biryarek skandal e. Bêhiqîqiyek pir aşkere li holê ye. Ez dibêjim pêwist e kêşeya Kurd bê çareserkirin. Divê ev yek bi zagonan bê çareserkirin.  Doz  û armanca min ez mafên mirovan mezin bikim. Bi salan e li ser kêşeya Kurd ez diaxivim. Ez peyamên aştiyê didim. Ez pararvanê mafê mirovan im. Ez di mijarên çareseriya şer de kesek pispor im. Li Tirkiyeyê hêj kêşeya Kurd tê axaftin. Hêj wekîlan ji meclîsê davêjin. 20 sal berê ev yek kirin dîsa wekîlan ji meclîsê davêjien."    Ji ber min fikrên xwe parve kirin doz li min vekirin ez lînç kirim. Ji ber parvekirinên min, min ji cezayê propaganda rêxistinê ceza xwar. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev biryar ji aliyê wîcdanê civakê ve nayê qebûlkirin. Ji ber min revandina mirovan, îşkence û lêgerîna tazî anî rojevê ev ceza li min birîn. Ji ber ez çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazim ji min re dibêjin terorist. Ez parazvanên mafên mirovan im."    Gergerlîoglu, bal kişand ser biryara AYM’ê ya der barê wekîlê CHP’ê Enis Berberoglu û wiha bi dawî kir. "Ez ê îro serî li AYM’ê bidim. Pir aşkere bê hiqûqî heye. Li dijî vê neheqiyê ezê serî li AYM’ê bidim."