DÎB: Divê ji bo Garê lêpirsîn were destpêkirin 2021-02-22 12:32:17       STENBOL – DÎB’ê diyar kir ku operasyona Garê neserketina îqtidarê ye û derbarê tiştên qewimîne de divê lêpirsînek serbixwe û bêalî were destpêkirin.    Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) têkildarî operasyona Garê ku 13 leşker û polîsên desteserkirî û bi giştî 16 kesan têde jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî belav kir. DÎB’ê destnîşan kir ku operasyona li Garê bi neserketina îqtidarê encam daye. DÎB’ê anî ziman ku divê derbarê operasyonê de lêpirsînek serbixwe û bêalî were destpêkirin û lêkolîn bê kirin. DÎB’ê destnîşan kir ku tekane rêya ku her tiştî çareser bike jî aştî û demokrasî ye.