Li Mêrdînê qedexeya derketina derve 2021-02-22 09:46:12 MÊRDÎN –  Li 18 gundên navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoserê bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat îlankirin.  Walîtiya Mêrdînê, bi hinceta operasyona leşkerî li 18 gundên navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoserê yên Mêrdînê qedexeya derketina derve îlan kir.  Qedexe li gundên Mahlebî, Melêbiya Piçûk,  Qolçiyan, Yevrî, Golikageryayî, Şêb û Kocakoy ên Şemrexê; li gundên Şêba Jêr, Meşkîna, Gundik, Kelek, Harmanlî û Gîrîktepe yên Derikê û liş gundên Erban, Badîna,Xarab Kûrik û Milan ên Qoserê haiye îlankirin.