Mexdûrên erdhejê: Dewletê alîkarî nekir 2021-02-22 09:05:52 WAN - Di ser erdheja li Navçeya Elbakê ya Wanê re salek derbas bû. Li gel ku rayedarên dewletê soz dan welatiyan jî, heta niha tu alîkarî bi welatiyan re nekiriye. Mexdûrên erdhejê anîn ziman ku salek derbas bû, lê heta niha dewletê tu alîkarî nedaye wan.  Di 23'ê Sibata 2020'an de li ser sînorê navbera Navçeya Elbaka Wanê û Bajarê Xoyê yê Rojhilat erdheja hêza 5.9 pêl pêk hatibû. Di erdhejê de li gundên Elbîs, Elezî, Qîratî, Qaşqol û Xanîkê bi sedan  xanî xera bûn û 4 jê zarok 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. 54 welatî jî birîndar bûbûn. Bi giştî 50 xanî û 300 gomên pez xera bûn. 4 hezar û 900 xanî jî zerar dîtin. Piştî erdhejê ji ber zerar çêbû gelek welatiyan koçî Bajarê Wanê kirin. Welatiyên xaniyên wan xera bûn û hatin Wanê, niha di xaniyên kirê de dijîn. Gelek welatî jî di çadir û konteyneran de dijîn.    Piştî erdhejê 4 meh şûnde Midûrê Bajarvaniyê û Derdorê yê Bajar Ali Kemal Atli, daxuyanî da. Midûr Atli, anî ziman ku wekî Wezareta Bajarvanî û Derdorê, Îdareya Xaniyên Komî (TOKÎ) ji bo çêkirina xaniyan li vir dest bi xebatên lêgerîna cih kirine û wiha got: "Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de encam bistîne.  Dê mexdûriyeta mexdûran bê derbaskirin." Lê 8 meh di ser daxuyaniyên rayedaran re derbas bûn, heta niha tu gav nehatiye avêtin.    ‘EM DI NAVA SIR Û SEQEMÊ DE DIJÎN   Welatiyên mexdûr salek xwe di çadir û konteyniran de derbas kirin. Welatiyan anîn ziman ku salek borî, lê heta niha tu alîkarî bi wan re nehatiye kirin. Welatiyan destnîşan kirin ku di sir û seqemê de dijîn û bi şev serma dadikeve 20 dereceyên bin sifirê. Welatiyan anîn ziman ku çadirên sewalan dane wan û bertekên xwe anîn ziman.      DEWLETÊ SOZA XWE NEGIRT   Mexdûrê erdhejê Abîdîn Demîr ku xanî û goma wî xera bû anî ziman ku salek derbas bû, lê dewletê soza xwe pêk neanî û wiha got: “Ji ber şertên zivistanê em perîşan in. Em zarok û sewalên xwe di nava hevde dijîn. Rayedarên dewletê soz dan me ku xanî û gomên me çêkin. Lê soza xwe pêk neanîn. Tu zozên xwe negirtin. Dewletê çatir û konteynir dan me. Wekî din tu alîkarî nekir. Em dixwazin soza xwe pêk bînin."    ALÎKARÎ NEKIRIN   Welatî Aycan Demîr jî bertek nîşanî helwesta rayedaran da û wiha got: "Dewletê tu alîkarî nekir. Erdhejê bêtir bandor li ser me jinan kir. Karê me bêtir giran bûye. Alav û amûrê me di erdhejê de tev hilweşiya û wêran bû. Alîkarî nedan me. Ez bawer nakin ku alîkariyê jî bidin me. Hêj erdhej çêdibin. Em ditirsin."      Welatî Mihyeddîn Başkurt jî anî ziman ku li taxa Guvendîkê dijî û wiha got: "Salek di ser erdhejê re derbas bû. Dewletê tu alîkarî neda me. Li taxê ji 110 xaniyan tenê 40  xanî  saxlem man. 70 xanî xera bûn. Malbatên ku 70 xaniyên wan xera bû koçî Wanê kirin. Mal û sewalên xwe firotin. Dixwazin vegerin gund, lê derfetên wan tune ye. Divê alîkarî bi wan re bê kirin. Niha mexdûr di şertên dijwar ên zivistanê de dijîn. Em dixwazin xaniyan ji mere çêkin."