Malên Gel xelat da ajansa me 2021-02-21 12:37:29   STENBOL – Encamên 9’emîn “Xelatên Piştevanî, Huner û Çapemeniyê yên Malên Gel” ên îsal hatin eşkerekirin. Ajansa me jî hêjayî xelatê hat dîtin.    Malên Gel ()alkevleri) di çarçoveya damezrandina xwe ya 89’emîn de îsal jî 9’emîn “Xelatên Piştevanî, Huner û Çapemeniyê yên Malên Gel” li dar xist. Yên ku hêjayî xelatê hatin dîtin diyar bûn. Temaya xelatên îsal “Berxwedêrên di pandemiyê de” hatibû destnîşankirin. Ajansa me jî hêjayî xelatê hat dîtin.    Xelat wê ji ber pandemiyê saet di 20.00’an de li ser kanala YouTube û rûpela Facebookê yên Malên  Gel bidin xwediyên wan. Her wiha wê di merasîma xelatdayînê de konser jî bê dayîn.    Yên ku îsal xelat wergirtine ev in: “Eylem Nazlıer, Çağhan Kızıl, Nazlı Yerebatmaz, Erinç Sağkan, Demet Aran, Tamer Arda Erşin, Vecih Cüzdan, Murat Bay, Burcu Karakaş, Gün Gündüz, Özge Erdoğan, Pelin Buzluk, Reyhan Karadeli, Nazan Karacabay, İlkay Akkaya, Aslı Alpar, Mezopatamya Ajansı, ISIG Meclisi, Cargilş işçileri, Gülistan Doku Nerede Komisyonu, TTB, Boğaziçi Dayanışması, Solfasol TV, Birgün Gazetesi.”