Atabey: Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî pêdiviyek bingehîn e 2021-02-21 11:29:08 ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey destnîşan kir ku bi zimanê dayikê xizmeta tenduristî û perwerdehiyê pêdiviyek bingehîn e û ji bo nexweş tam baş bibe divê xizmet bi zimanê dayikê were kirin.    Li Tirkiyê bi zimanê zikmakî ji xeynî welatiyên tirk, di serî de ji bo welatiyên kurd û netewên din xizmeta tenduristiyê nayê kirin. Di rojek wek îro ango 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de girîngiya xizmeta bi zimanê zikmakî hin bêtir xwe radixe ber çavan û girîngiyê datîne holê. Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Selma Atabey behsa girîngiya xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî kir.    ‘XIZMETA ZIMANÊ ZIKMAKÎ PÊDIVÎ YE’    Atabey destnîşan kir ku bingeha xwedî derketina li çanda xwe ji ziman dest pê dike û têgihiştin û têgih li gorî zimanê zikmakî teşe digire. Atabey diyar kir ku kes xwe di kîjan zimanî de rehet hîs bike derd û kulên xwe bîne ziman û ev yek jî ji bo danûstandinê girîng e. Atabey wiha got: “Sendîkaya me ji roja hatiye damezrandin ve heta îro ferqê nexistiye navbera ziman, dîn, nijad û mezheban û li gorî vê dayîna xizmeta  tenduristiyê esas digire. Wek hemû saziyên din ên dewletê bi zimanê zikmakî xizmeta tenduristiyê jî nayê dayîn. Tenê bi zimanek xizmet tê birêvebirin. Nexweşên xwe nikarin bi zimanê ji bilî zimanê zikmakî derdê xwe bîne ziman ji tu xizmetek tenduristiyê sûdê wernagire.   DIVÊ XIZMET BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ BE    Em dibêjin divê xizmetek tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî were dayîn. Bi salane têkoşîna vê tê dayîn û ev gihîştiye astekê. Kedkarên tenduristiyê di salên 2013’an de dikaribûn bi zimanê zikmakî xizmetê bo nexweşan bidin û ji bo wan dibin alîkar. Lê piştî qedandina pêvajoya çareseriyê kedkarên bi kurdî, erebî baş dizanibûn jî êdî nema di nexweşxaneyan de bi zimanê zikmakî xizmetê bidin û biaxivin. Heke kurd îro nikaribin bi zimanê xwe biaxivin û nikarin li saziyên dewletê xwe bînin ziman ev girêdayî rewşek siyasî ye. Atmosfera siyasî bandorê li ser qada  tenduristiyê jî dike. Divê ev rewşa siyasî ji holê were rakirin û pêwîste însan sûdê ji xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî werbigirin.”