‘Tiştên li Bogazîçiyê û tiştên li Colemêrgê qewimîn girêdayî hev in' 2021-02-21 09:04:55   STENBOL - Xwendekaran anîn ziman ku kesên ku ji xwendekarên Bogazîçiyê re gotin "li erdê mêze" û kesên li Colemêrgê ji 52 karkerên kurd re gotin "Hûn ê hêza tirko bibînin. Li erdê binerin" kesên heman ferasetê ne.    Çalakiyên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlûyê AKP'î ku tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin, didomin. Heya niha jgelek welatan piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya xwendekaran ragihandiye. Xwendekarên zanîngehê ên Qibrisa Bakur, anîn ziman ku çalakiya xwendekaran ji bo civakê bûye cihê hêviyê.    Xwendekarê Zanîngeha Yakindogûyê Taylan Ozgur, anî ziman ku divê piştgiriya çalakiya xwendekaran bê kirin û berxwedana wan cihê hêviyê ye. Ozgur, destnîşan kir ku di demeke kurt de çalakî li her derî belav bûye û ev çalakî ji bo civakê bûye cihê hêviyê.    TEMSÎLIYETA TIRSÊ    Ozgur, bilêv kir ku îqtidar dixwaze berxwedana xwendekaran pûç bike û got: "Ev hewldanên krîmînalîzekirinê nîşan didin ku, îqtidar ditirse serhildaneke nû rû bide. Ditirse ku berxwedaneke wekî ya Geziyê rû bide. Gotin 'li erdê mêze' jî temsîliyeta vê tirsê ye. Ji bo îşkencekar neyên teşxîskirin wisa dikin. Berê jî ev kirin."   RASTIYA LI COLEMÊRGÊ    Ozgur, destnîşan kir ku peyva "terorê" ji bo îqtidarê tê wateya berbelavbûna tirsê û tepisandin û got: "Polîsên ku di sala 2015'an de li Colemêrgê 52 karkerên kurd li serdê dirêj kirin û ji wan re gotin 'Ev dewlet çi kiriye ji we? Ez we hemûyan nas dikim. Ê ku xayintiyê bike, ê bibîne! Hûn ê hêza tirko bibînin. Nenêr lan! Li erdê binerin.' Tiştên li Colemêrgê qewimîn û tiştên niha li Bogazîçiyê diqewimin girêdayî hev in."    ‘Ê BERXWEDÊR BI SER BIKEVIN'    Ozgur, destnîşan kir ku îqtidar hemû kesên ne ji xwe wekî "terorîst" îlan dike ûg ot: "Tew bi ser de ji xwendekaran re dibje, dagirker. Aşkere ye ku mirov çawa nikaribe mala xwe dagir bike, xwendekar jî zanîngeha xwe dagir nakin. Ma gava xwendekara xwedî li zanîngeha xwe derkevin, qey dibin terorîst û dagirker? Misyona wan a li Bogazîçiyê çi ye? Lê a rast diyar e kî dagirker e, kî terorîst e."    Ozgur, di dawiya axaftina xwe de got: "Lê belê ancax berxwedan dikare ji derheqê van zext û zoriyan derkeve."    ‘ÎQTIDAR TERORÎST E'    Xwendekara Zanîngeha Gîrne Amerîkan Jiyan Darak jî destnîşan kir ku îqtidar qeyûm tayinî hemû qadên jiyanê kiriye û ev feraseta qeyûmî bi tu awayî demokrasiyê, mirovên demokrat û civakê tamûl nake. Darak, anî ziman ku heger neteweyeke demokratîk çêbibe dê îqtidar nikaribe siyasetê bike ûg ot: "Terorîzekirina berxwedanê dûrî aqilan e. Li wir, terorîzm tune ye. Îqtidara ku qeyûman tayinî her derî dike û her tiştî di yek tîpiyê de asê dike bixwe terorîst e."    Darak, anî ziman ku îqtidar bi qeyûman dixwaze derdora muxalif bitepsîne û got: "Erdogan, dixwaze civak hemû serî li ber bitewîne û dixwaze çi bike civak jê re bêje 'bijî padîşahê min'. Lê belê berxwedana Bogazîçiyê ev tişt rê me da; kes nikare civakê bitepisîne. Zext û zorî çi dibin bila bibin ê demokrat dev ji vê helwesta xwe bernedin."