Bi hinceta 'mesafeya fîzîkî' 296 hezar TL ceza birîn 2021-02-21 09:02:27   OSMANIYE – Li rêvebirên HDP'a Osmaniyeyê û yên rêxistina navçeyê, ji ber 3 çalakiyên cuda bi hinceta "mesafeya fîzîkî" esas negirtine, bi giştî 296 hezar û 100 TL ceza hat birîn. Dadgehê 141 hezar û 750 TL betal kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Osmaniyeyê û rêxistina wê ya navçeyê di 7'ê Mijdara 2020'î de li ber avahiya navçeya navendî daxuyaniyek dabû. Li 45 kesên tevli daxuyaniyê bûbûn bi hinceta ku "mesafeya fîzîkî" binpê kirine 141 hezar û 750 TL ceza hatibû birîn. Li 30 kesên ku di 29'ê Mijdara 2020'an de tevli civîna gel a li rêxistina navçeya navendî bûbûn jî 94 hezar û 500 TL ceza hatibû birîn. Di 11'ê Kanûna 2020'an de jî li 19 kesên ku çûbûn Notere 4'an a Osmaniyeyê bi heman hincetê 59 hezar û 850 TL ceza hatibû birîn. Bi giştî li 94 kesan 296 hezar û100 TL ceza hatiye birîn.    Parêzerên endamên partiyê ji bo 141 hezar û 750 TL ceza serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Osmaniyeyê dabûn. Dadgehê jî biryar da ku cezayê hatiye birîn dijî qanûnê ye û betal kiribû.    'GEL XWEDÎ LI PARTIYA XWE DERDIKEVE'    Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Reşat Aşan ku ceza li wî jî hatiye birîn, anî ziman ku sedema sereke ya van cezayên bêhiqûqî ew e ku partiya wan bê pasîfîzekirin û pêwendiya wê ya bi gel re bê qutkirin. Aşan, çendî ku helwesta polîsan tund be jî cardin gel paş ve gav navêhje û xwedî li partiya xwe derdikeve.    MA / Hamdûllah Kesen