ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 65 salî Altinmakas 2021-02-20 15:15:14   STENBOL – ÎHD, xwest ku girtiyê nexweş ê 65 salî Kerîm Altinmakas ku demarên wî yên dil xitimandî ne bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 465’emîn de ji ber qedexeya derketina derve ya vîrûsa koronayê, li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kerîm Altinmakas ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 Kiriklarê ya Îzmîrê girtî ye. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin endamê komîsyonê Taylan Bekîn xwend.    ‘MAFÊ WAN Ê JIYANÊ DI BIN XETEREYÊ DE’    Bekîn, di destpêka daxuyaniyê de binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan zêde bûne bi bîr xist û diyar kir ku pêkanên tecrîd, îşkence û memeleya xerab ên li hemberî girtiyan êdî hatine asta ku nikare bê temûlkirin û wiha got: “Ji ber negirtina bergiriyan pêketiyên vîrûsa koronayê her roj li girtîgehan zêde dibin û jiyana girtiyan di bin xetereyê de ye. Divê pêkanînên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin.”   BERÎ BÊ GIRTIN QRÎZA DIL DERBAS KIRIYE   Piştî vê bîrxistina xwe ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan Bekîn, bi van gotinan bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kerîm Altinmakas: “Kerîm Altinmakas (65) ku di 17’ê çileya 2021’an de hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 Kiriklarê ya Îzmîrê ye, beriya ku bê girtin qrîza dil derbas dike.  Demara wî ya sereke ji sedî 100 û demara wî ya din jî ji sedî 80 xitimandî ye. Berê jî emeliyata prostat û fitiqê bûye. Ji berk u gelek nexweşiyên wî hene pêwîstiya wî bi tedawî û kontrolê heye. Lê ji ber pandemiyê tedawî û kontrolên wî nayên kirin û ev jî li ser jiyana wî dibe gefeke mezin.”   Di dawiya axaftina xwe de Bekîn, bang li rayedaran kir ku girtiyê nexweş Altinmakas berdin.