HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike 2021-02-20 13:03:44   ENQERÊ - Gelek endamên HDP’ê di 21ê Sibatê de wê dest bi perwerdehiya kurdî bikin. Hevberdevkê Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Salîm Kaplan, diyar kir ku li dijî polîtîkayê pişaftinê yên li ser zimanê kurdî wê tekoşîna xwê bilindtir bikin.   Zext û pêkutiyên li ser zimanê kurdî her ku diçe zêdetir dibin û ji ber polîtîkayên zimankujî û çandkujiyê, zimanê kurdî rewşeke xeternak de ye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku bikaribe rê li ber van polîtîkayan bigire, di mehên borî de plansaziyeke zimanî amade kiribu û wek Nexşerêya Kurdî weşandibû. Ji bo ku ew nexşerê bê bicihkirin, naveroka wê bê bihêzkirin û dewlemendkirin Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî hat avakirin. Yek ji mijara girîng a vê plansaziyê jî perwerdehiya kurdî ya navxweyî ye.    Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de wê HDP perwerdehiya kurdî (kirmanckî-kurmancî) ya navxweyî bide destpêkirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, endamên Lijneya Birêvebirina Navendî, endamên Meclisa Jinan, endamên Meclisa Partiyê, parlementer, hevserokên bajar û navçeyan, rêveberên partiyê û şêwirmendên HDP’ê jî di nav de gelek endamên HDP’ê tevlî vê perwerdehiyê bibin. Perwerdehî wê bi zaraveyên kirmanckî û kurmancî be û heta 4 astan bê dayîn. Ji bo vê jî dê gelek pol bên vekirin.   ‘JI BER AXAFTIN KURD BI KUŞTINÊ RE RÛ BI RÛ MAN’    Hevberdevke Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Salîm Kaplan, têkildarî perwerdehiya kurdî ya navxweyî û kampanyaya ku dane destpêkirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinan kir. Kaplan, diyar kir ku polîtîkayên tunekirina zimanê kurdî di rojevê de ye û wiha got: “Bi desthilata AKP-MHP’ê êrîşên li ser zimanê kurdî kûrtir bûn. Her çiqas gavên mîna TRT-6 û beşên kurdî yên li zanîngehan hatibin avakirin jî nêzikbûn û polîtîkayên desthilata AKP’ê yên ji bo zimanê kurdî şaş in. Lewre beşên li zanîngehan hatin avakirin ne li ser ser navê kurdî ne. Vê jî ji bo pişaftina zimanê kurdî weke amûr bi kar tînin. Jiber vê yekê her diçe li ser pişaftina zimanê kurdî polîtîkayên neyartiyê hê kûrtir dibin. Em vê di salên dawînde bêtir dibinin. Ji ber axaftina bi kurdî kurd bi kuştinê rû bi rû man.”   ‘GELEK REXNE DIHATIN’   Kaplan, da zanîn ku ji bo HDP’ê hemû ziman girîng in û têkildarî polîtîkayên ziman ên partiya xwe ev tişt gotin: “HDP’ê di rêziknameya xwe de diyar kiriye ku pir zimanî, çandî, olî diparêzê. Ji ber xetereya li ser zimanê kurdî bi destê HDP’ê ji bo lê xwedî derketina kurdî têkoşîneke bêhampa tê dayîn. Di pêşerojê de jî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî helwest nîşan dabû. Gelek caran ji bo li meclisê komisyona zimanê kurdî were avakirin û zimanê kurdî di zagonan de cih bigire gelek kar û xebatên HDP’ê çêbûn. Lê mixabin hin nakokiyên me hebûn. Ev nakokî çibûn? Di nav partiyê de jî zimanê kurdî weke zimanêki esasî nehat rûniştandin. Kêmasiyên HDP hebûn, weke rexnedayî em dikarin nêzîk bibin. Gelek cara ji dostên me jî di vê çerçoveyê de de rexne dihatin.”   ‘KOMÎSYONEK HAT AVAKIRIN’   Kaplan, destnîşan kir ji bo ku li gorî rêziknameya xwe li zimanê kurdî xwedî derkevin û polîtîkayên pişaftinê bişikînin pêwistî bi gavavêtina wan hebûye û axaftina xwe wiha domand: “Jixwe HDP têkoşîna zimanê zikmakî weke polîtikayeke esasî dimeşîne, di nava partiyê de ji bo ku  zimanê kurdî bibe zimanê esasî kar û xebatek hewce bû. Ji ber vê yekê komîsyonek hat avakirin, ev komîsyon xwe bi navê şopandina nexşerêya zimanê kurdî da pênasekirin. Ev komîsyon ji 2 hevalên MYK’ê, hevalekî PM’ê, 4 hevalên parlementer û 4 şêwirmendan pêk tê.”   XEBATÊN KOMÎSYONÊ    Di berdewamê de jî Kaplan têkildarî xebatên komîsyonê ev agahî parve kirin: “Wê çi bike ev komîsyon? Destpêkê ji bo ku zimanê kurdî di nava partiyê de bibe zimanê bingehîn wê li tevahiya rêxistinên navçe û bajaran; di nava PM, MYK, koma meclisê, koma şêwirmendan de perwerdeya zimanê kurdî bê destpêkirin. Wê ev perwerde di 21’ê Sibatê de dest pê bike. Destpêkê wê 200 kes di nav van de şêwirmend, parlementer, endamên MYK’ê, PM’ê, hevserokên nevçe û bajaran jî hene tevlî perwerdeyê bibin. Wê her du hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî bibin şagirtê perwerdeya zimanê kurdî.  Kar û barê komîsyonê ne tenê perwerde ye. Di heman deme de wê komîsyon ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî jî têbikoşe. Ji bo vê komîsyoneke dîplomasiya zimanê kurdî jî hat avakirin. Wê ev komîsyon girêdayî komîsyona nexşerêya zimanê kurdî xebatên xwe bike.  Ziman êdî nayê parestin tê qetilkirin. Ji bo ev rewş bê teşhîrkirin dê komîsyonek di nav xebatên me di cih bigire. Wê Enstîtuya Kurdî, Med-Der,  gelek rewşenbîr û niviskar ji bo zimanê kurdî bi komisyona me re bixebitin.”   MA  / Emrûllah Acar