Xizmên Windayan: Faîlê Mahmut Kaya bibînin 2021-02-20 12:43:05   AMED - Şaxa ÎHD'ê û Xizmên Windayan di hefteya 628'an de aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujerê Mahmût Kaya yê 41 sal berê di bin çavan de bi îşkenceyê hat kuştin bê dîtin û darizandin.       Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya  Amedê, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 628’an de çalakiya xwe li ser medya dijîtalê berdewam kirin. Malbatan û ÎHD'ê di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser kuştina Mahmut Kaya yê di 23'ê Kanûna 1980'an de li Qersê hat binçavkirin û bi îşkenceyê kuştin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yusuf Erdogan çîroka Mahmût kaya xwend.    ÎŞKENCEYEK GIRAN LÊ KIRIN   Yusuf Erdogan, anî ziman ku dema Kaya li Navenda Qersê di 23'ê Kanûna 1980'an de pankarta “Dê hesabê komkujiya Mereşê bê pirsîn" daliqand, eskerên Fermandariya rewşa awarte ew binçav kirin û birin Midûriyeta Şaxa Siyasî û wiha got: "Îşkenceyek giran li Kaya kirin. Kaya ji ber îşkenceya giran a li midûriyetê jiyana xwe ji dest da. Malbata Kaya ji bo aqûbeta Kaya bipirsin çûn Midûriyeat Şaxa Siyasî û aqûbeta Kaya pirsîn, rayedaran gotin "Mahmut Kaya nehatiye binçavkirin". Kaya ji wê rojê heta niha winda ye û agahî jê nayê girtin.    HEMÛ QEYD TUNE KIRIN     Erdogan, da zanîn ku têkildarî bûyera Kaya hemû qeyd û belge tune kirin û wiha lê zede kir: "Lê yên bûn şahida Kuştina Kaya hene. Şahid dema derketin dadgehê şahidiya vê yekê kirin. Hem şahidî kirin û hem jî serlêdana sûc kirin. Li gel îfadeya şahidan dîsa bersûc nehatin darizandin û kuştina Kaya înkar kirin.  Welatî Huseyîn Makal li gel Mahmut Kaya di heman hucreyê de ma. Bi hevre îşkence li wan hat kirin. Li Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bûyer vegot. Makal, agahî dan endamên komîsyonê û ev agahî parve kirin: 'Ez û Mahmut di bin çavan de hatin cem hev. Di bin çavan de li erdê dirêjkirî bu. Her ku tev digeriya, polîsan pêhn lê dixistin. Binê piyê wî perçe bûbûn. Êdî nedihat naskirin. Di 2'ê Çile de ez bi zincîrê bi masa salonê e girêdam. Mahmut ji li cem min dirêj kirin. Şev nivê şevê êdî Mahmut bi giranî bêhn distend. Polîsan em ji cem wî dûr xistin. Mahmut piştî demekê mir. Polîsan bang li notirvanê derve kir. Notirvan piştî demekê bi çiwalê sipî derket derve.'    CILÊ KAYA YÊ BI XWÎN    Erodgan, bal kişand ser îfadeyê şahid Davut Aksu yê dane komîsyonê jî û wiha lê zêde kir. "Şahid Davût Aksû, di îfadeyên komîsyonê de anî ziman ku demek dirêj îşkence li Mahmut kirin û canê wî reş û şîn bûbû. Aksû anî ziman ku saet di 3'ê şevê de bû û strana 'Bitlis’te beş minare' strî û got: 'Av ji devê wî hat û mir. Min li damarê zendê wî nerî êdî dilê wî nediavêt. Piştre em birin odeyek din.' Dîsa şahid Zekiye Şen jî got 'Cilê bi xwîn yên Mahmut bi min dan şuştin.' "    Erdogan bibîr xist ku Kaya 41 sal belê bi îşkenceyê hat kuştin û got: "Em dixwazin kujerên Kaya bên dîtin û darizandin."