‘Ji bo aştiyê perwerdeya zimanê zikmakî girîng e’ 2021-02-20 11:00:21   ENQERÊ - Sekreterê Gîştî yê Egîtim Sen’ê Îkram Atabay, diyar kir ku ji bo civakeke ku zarok karibin xwe rehet bînin ziman û aşîtî têde hebe perwerdeya zimanê zikmakî girîng e.   Li seranserê Cîhanê gelek ziman li ber wendabûnê ne. Li gorî rapora UNESCO'yê; li Tirkiyeyê 3 ziman winda bûne û 15 ziman jî li ber windabûnê ne. Li Tirkiyeyê 39 ziman tên axaftin lê zimanê fermî tenê bi tirkî ye. Zimanê ku herî zêde di bin bandora zorê de dimîne jî zimanê kurdî ye. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon kurd hene, lê kurdî hê jî qedexe ye. Di sala 2016'an de hemû sazî û dezgehên kurdî hatin girtin.    Daxwaza ku perwerdeya zimanê zikmakî di qanûnan de cih bigire û pê perwerde bê dayîn roj bi roj zêdetir dibe. Ji bo ku bandora polîtîkayên asteng ên li ser vê daxwazên bên şikandin, ji aliyê rêxistinên sivîl ve gelek hewldan tên dayîn. Yek ji rêxistinên ku ji bo bi zimanê zikmakî perwerde bê dayîn têkoşîn dide Egîtim Sen e. Sekreterê Giştî yê Egîtim Sen’ê Îkram Atabay, ji Ajnasa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê pirsgirêka kurd û pirsgirêka ziman bi hev ve girêdayiye.   ‘ZIMAN NE AMÛREKE KU MIROV TENÊ PÊ BIAXIVE’   Atabay, destpêkê bal kişand ser girîngiya ziman û diyar kir ku ziman ne amûreke ku mirov tenê pê biaxive û wiha got: “Ziman balgire çandê, hesta û têkiliyê mirova ye. Ji ber vê ziman ji bo mirovahiyê tiştekî girîng e. Em jî wekî Egîtim Senê perwerdeya zimanê zikmakî diparêzin. Ji bo civakeke ku zarok karibin xwe rehet bînin ziman û aşîtî têde hebe perwerdeya zimanê zikmakî gelek girîng e. Divê rayedarên dewletê di vî alî de gav bavêjin û ev maf weke mafekî bingehîn di zagonan de cih bigire. Ev pirsgirêk pirsgirêkeke gelemperî ye.”   ‘DIVÊ ZIMAN NEBE AMÛRA SÎYASETA ROJAN E’   Atabay, li ser nêzîkatiya dewletê ya ji bo ziman jî rawestiya û têkildarî mijarê ev tişt got: “Ziman tiştekî girîng e divê em nekin amûra sîyaseta rojan e. Piştî 2014’an gelek gav hatin avêtin, li ser civakê tesîreke erênî jî kir. Di zanîngehan de beşên ziman hatin avakirin. Ev jî gavek baş bû lê piştî ku pêvajo xera bû gelek tişt ji holê rabûn. Ziman ji bo civakê girîng e divê ev gav dîsa werin avêtin, qedexeya li ser ziman dibe were rakirin.”   ‘ZAROK BI AMÛRAN ZIMANÊ XWE JI BÎR DIKIN’   Atabay, got ku ji bo perwerdeya ziman divê her mal bibe dibistan û nirxandinên xwe wiha domand: “Divê êdî em bixwe di nav malbatê de bi zimanê zikmakî biaxivin. Perwerdeya bi teknolojiyê bi pêş ve diçe, amûrên di destê zarokan de tev bi tirkî ne. Zarok bi van amûra zimanê xwe ji bîr dikin. Ji ber vê divê ku dewlet gav bavêje û civak jî ev daxwaza xwe timik bîne sêr ziman. Bi sêr saziyeke tene ev kar nayê meşandin. Gelek mirovê diçin naxxweşxaneyê nikarin derdê xwe bînin ser ziman. Ev ji bo tenduristiyê jî pirsgirêk e.”   MA / Emrûllah Acar