Samî Tan: Duzimanîbûna çapemeniya kurd dibe sedema lewazbûna zimanê kurdî 2021-02-20 09:49:34 NAVENDA NÛÇEYAN – Zimanzan Samî Tan, diyar kir ku duzimanîbûna çapameniya kurd bi armanca hêvî û daxwazên xwe bide fêmkirinê bi Rojnameya Kurdistanê dest pê kiriye û bûye sedem ku xebatên parastin û pêşvebirina ziman lawaz bimînin û hişmendîya parastina zimanê kurdî bi qasî ku tê xwestin bi pêş nekeve. Çapemeniya kurd ji sala 1898’an bi Rojnameya Kurdistan ku ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve li paytexta Misrê Qahîreyê hatiye derxistin dest pê dike. Rojnameya Kurdistan li gel ku destpêkê bi bi zimanê xwerû yê kurdî dest weşanê kiriye jî piştre bi armanca ku hêvî û daxwazên xwe bi dewleta Osmanî bide fêmkirin, di weşana xwe de cih daye zimanê bi osmanî jî.    Sazî û dezgehên ku çapameniya kurdî ku piştî Rojnameya Kurdistan dest bi weşanê kirine jî bi heman armancê ya bi zimanê serdestê xwe weşanê kirine ya jî weşana wan duzimanî bûye. Di salên dawîn de her çi qas gelek sazî û dezgehên çapameniya kurdî hatibin avakirin jî yên ku xwerû bi kurdî weşanê dikin gelek kêm in. Piraniya saziyan bi duzimanî ango bi wergerê weşana xwe didomînin.   Bi munasebata 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê me xwe gihand Zimanzan Samî Tan û têkildarî xebatên çapameniya kurd û bandora wê ya li ser pêşvebirina zimanê kurdî pê re heyvpeyvînek kir. Samî Tan, destnîşan kir ku çapemeniya kurdî bi xema ku peyamên xwe bi de fêmkirin bi duzimanî weşanê dike û ev jî bandoreke neyînî li ser xebat û pêşvebirina zimanê kurdî dike.    Me pirsî û Samî Tan jî pirsên me bersivand   Têkiliyeke xurt di navbera çapemeniyê û azadî û zimanên neteweyan de heye. Gelek neteweyên ku azadiya xwe bi dest xistine û zimanê xwe ji bin bandora zimanên biyanî ango zimanê serdestên xwe derxistine, destpêkê ji bo vê yekê sazî û dezgehên çapameniyê vekirine. Rojnameya Kurdistan dikare ji bo vê mînak bê nişandan?   Helbet mirov dikare vê mînakê bide. Rojnameya Kurdistan a ku di sala 1898an da dest bi weşanê kir, destpêkeke girîng di têkoşîna parastin û pêşvebirina ziman û nasnameya kurdî da.  Bi vê rojnameyê kurdan cara pêşî rojnameyek bi navê welatê xwe “Kurdistan”ê daye çapkirin. Bedbextîya kurdan ev e ku vê rojnameya ku xwerû bi kurdî dest bi weşanê kiribû, bi mebesta ku hêvî û daxwazên xwe bigihînin dewleta Osmanî piştî hejmara 4an pê ve cih daye nivîsê bi zimanê osmanî bi vî awayî kevneşopîya nebixêr a weşana duzimanî daye destpêkirin. Li gel vê yekê jî di pêkhatina hişmendîya kurdewar de cihekî taybet a rojnameya Kurdistanê heye. Di rojnameyê da beş bi beş weşandina Mem û Zîna Ehmedê Xanî û agahîyên der barê Selehedînê Eyûbî da nîşan didin ku danerê rojnameyê bi hişmendîyeke neteweyî tevgerîyaye û ev yek jî rojnameyê dike berhemeke girîng a netewesazîya kurdî.   Weke her neteweyê di nav civaka kurd de jî bi demê re xebatên çapemeniyê hatine pêşxistin û bi taybetî di salên dawîn de bi dehan sazî û dezgehên çapameniya kurd hatine sazkirin. Lê mixabin ev sazî û dezgeh her çiqas ên kurdan bin jî zimanê wan bi piranî ne bi kurdî ye. Ev tesîreke çawa li hewldanên kurdan ên ji bo ziman kiriye û dike?   Her wekî min li jorê jî da xuyakirin, ronakbîr û malmezinên kurdan hewl dane peyamên xwe bigihînin desthilatîya dewletên dagirker jî, lewma jî gelek weşanên kurdan duzimanî hatine çapkirin. Li alîyê din xwendeyên kurd bi xwe kesên pirzimanî bûne, bi zimanên rewacê perwerde bûne.  Her wiha çapemenîya kurd bi gelemperî bi destê partî û rêxistinên kurdan hatine birêvebirin, wan jî xwestîye peyamên xwe yên siyasî bigihînin civakê.  Li gorî bîr û raya hinekan ziman ewende ne girîng e, bi tenê navgîna ragihandinê ye, lewma jî tiştî girîng ew e ku peyam bigihêje cihê xwe.  Lê rastî ne wisa ye, ji ber ziman dergûşa çandê ye û çand jî di teşedana hest û ramana mirovan da xwedanê cihekî sereke û taybet e. Vê yekê kiriye ku xebatên parastin û pêşvebirina ziman û çandê qels û lawaz bimînin, hişmendîya parastina zimanê kurdî bi qasî ku tê xwestin bi pêş nekeve.       Îro heke hemû kurd karibin li ser alfabeyekê li hev dikin dê gelekî baş bibe, lê belê êdî teknolojî bi pêş ketiye, danûstandinên kurdan xurt bûne, mirov bi hêsanî dikare hînî her du alfabeyan jî bibe.   Ji ber ku sazî û dezgehên çapemeniya kurd ên bi kurdî weşanê dikin bi sînor in, li bakurê Kurdistanê xebatên rojnamegeriya kurdî piranî bi wergerê tê kirin. Lewre li Bakur bi zimanê kurdî perwerde jî nayê dayîn û çapameniya kurd ji bo beşeke mezin a kurdan peywira dibistanê jî dibîne. Ji bo ku rojnamegeriya kurdî ji wergerê xelas bibe weke zimanzanekî kurd çi pêşniyarên we hene?   Divê ajansê ku xwerû bi kurdî weşanê dikin hebin. Li alîyê din divê karê wergerê jî bi awayekî zanistî û li gorî pîvanên wê were kirin, werger karekî dijwar e û pisporîyê dixwaze. Lê belê di çapemenîya kurdî da bi kesên hê nû dest bi kar kirine wergerê didin kirin. Tiştekî din jî heye ku mixabin zimanê gelêrî yê kurdî jî piştî ku kurd ji jîngeha xwe ya suriştî derketin, bi bandora zimanên din xera dibe, gelek biwêj, qalib û peyvên zimanê serdest dikevin nava kurdî.  Ji bo ku kurdîyeke nûjen û pehtî bi pêş bikeve û geş bibe, pêdivî bi sazîyên akademîk ên kurdî heye. Her wiha divê zimanê  nû yê ku li ser hîmê zimanê gelêrî li gorî mercên jiyanê yên nû ava bûye, bi rêya perwerdehî, ragihandin û xebatên hunerî û wêjeyî bikeve nava civakê. Lewma jî heta ku derfetên perwerdehîyê bi dest ketine sazî û dezgehên kurdan kadroyên xwe bi awayekî rêkûpêk li gorî pergalekê perwerde bikin.    Ji bilî weşangeriya bi zimanê biyanî pirsgirêkeke din jî ya çapameniya kurd heye. Ev jî bikaranîna gelek alfabeyan e. Kurd hem alfabeya latînî, hem alfabeya erebî, hem alfabeya aramî hem jî alfabeya kîrîl bi kar tînin. Ev jî dibe sedem ku kurd ji zimanê nivîskî yê çapemeniya hev fêm nekin. Li gorî we ev bandoreke çawa li kurdî dike û çareserkirina vê pirsgirêkê çî ye?    Xweşbextane êdî kurdên ku alfabeya kirîlî bi kar tînin jî vegerîyan ser alfabeya latînî, niha bi tenê du alfabe di rewacê de ne li nav kurdan. Meyla kurdan bi giştî dagerîyaye alîyê alfabeya latînî, lê dîsa jî li Başûr û Rojhilat bi taybetî kurdê soranîaxêv jî alfabeya erebî ya kurdîzekirî bi kar tînin.  Îro heke hemû kurd karibin li ser alfabeyekê li hev dikin dê gelekî baş bibe, lê belê êdî teknolojî bi pêş ketiye, danûstandinên kurdan xurt bûne, mirov bi hêsanî dikare hînî her du alfabeyan jî bibe. Li gorî bawerîya min divê mirov vê yekê jî wekî astengîyeke mezin nebîne, domana demê ra ev kêşe dê çareser bibe.     Dema em bala xwe didin xebatên rapirsînê, em dibînin ku gel dixwaze zimanê xwe biparêze, lê belê di vî warî rêxistin û hevgirtineke xurt nîn e, siyaset jî doza zimên pirî caran wekî navgînekê dide pêş, divê ev yek jî biguhere   Îro jî medya civakî di nav civakan de belav bûye û gelek netew ji bo pêşxistin û belavbûna zimanê xwe jê sûd werdigirin. Bi milyonan kurd jî medya civakî bi kar tînin. Bê guman hûn jî vê medyayê dişopînin. Mirov dikare bibêje ku kurd jî weke neteweyên din ji bo peşxistin û belavbûna zimanê xwe sûd ji vê medya digirin?     Beşek ji kurdan di vê qadê da zimanê xwe bi kar tîne û ji bo geşedana zimanê kurdî ev warekî baş e. Lê belê hejmara van kurdan bi pir kêm e, piranîya kurdan hê jî nizanin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin, her wiha hişmendîya parastina zimanê kurdî hê jî li nav civaka kurd pir qels e, hê jî hejmareke pir zêde ya kurdan zarokên xwe bi kurdî mezin nakin.  Ev jî cihê dilêşî û xemgînîyê ye.    Di encamê de aşkera li holê ye ku kurdan hê jî weke neteweyên din çapameniyê nekirine xizmeta pêşxistina zimanê xwe. Li gorî dîtinên we ev xemsariya kurdan li hemberî çapameniyê dê ji bo zimanê kurdî encamên çawa bi xwe re bîne?   Di encamê da divê em ji bîr nekin ku rewşa çapemenî û medyaya kurdan jî ya zimanê kurdî jî girêdayî rewş û çarenûsa kurdan bi xwe ye. Îro kurd bi êrîşên tund ên tunekirinê ra rû bi rû ne. Bi dehan sazî û dezgehên kurdan (radyo, tv, rojname, enstîtî, komele) di nava çend rojan da hatin girtin. Şaredarîyên ku ji bo çand û zimanê kurdî xizmetên baş dikirin hatin desteserkirin. Ev yek bandorê li derûnîya civakê jî dike, li tîraja rojname û kovaran jî dike. Li gel vê rewşa kambax jî kurd li gorî hêz û şîyana xwe li ber xwe didin, ez bawer dikim dê kurd destûrê nedin ku zimanê wan bikeve nav zimanên mirî. Dema em bala xwe didin xebatên rapirsînê, em dibînin ku gel dixwaze zimanê xwe biparêze, lê belê di vî warî rêxistin û hevgirtineke xurt nîn e, siyaset jî doza zimên pirî caran wekî navgînekê dide pêş, divê ev yek jî biguhere, ev hişmendî jî hêdî hêdî di nava civakê da bi pêş dikeve. Her wekî avabûna Platforma Ziman, Tora Ziman û Çanda Kurdî, HezKurd û  hwd. Ew jî cihê kêfxweşîyê ye.   MA / Qeqrî Esen