Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin 2021-02-20 09:44:45 ŞIRNEX - Li gundê Bafê yê  navçeya Hezex a Şirnexê, DEDAŞ'ê bi sedema fatûreyan ceyrana pompeyên avê nedane, 3 meh in ceyran ji ser bîrên avê qut kiriye û ji ber vê yekê gundî bê av tên hiştin. Gundiyan li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "3 meh in ji ber ceyran tune em nikarin avê ji bîran bikişînin. Em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Lê ceyran tune av jî tune. Dê hemû sewalên me ji bê aviyê bimirin." Şîrketa Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi rêk û pêk welatiyên herêmê mexdûr dike. Beriya niha li gundên Hêtma, Cêleka, Dîlopkê, Kanîhêjîrê, Şehrika, Şewê, Bana, Kereşa, Bizina, Tarûnî, Gîrî û Şikeftaspî yên girêdayî navçeya Basayê ya Şirnexê bi giştî ceyrana pompeyên ava ya 13 gundan hatibû birîn. Ji ber ceyaran bîrên avê hat birîn, welatî bê av mabûn. DEDAŞ, sedema birîna ceyranê jî deynê fatûreyên pompeyên avê yên 20 sal berê nîşan dide. DEDAŞ'ê ji 13 gundiyan re bi giştî 7 Mîlyon 910 hezar û 215 TL fatura ceyranê birîye. Li 13 gundan heman pirsgirîk hîn jî didome. Ji bilî van gundan li gundê Bafê yê girêdahî navçeya Hezex a Şirmexê jî 3 mehin ji ber ceyran qut kirine, gund bê av e. DEDAŞ'ê li gundiyan 1 trîlyon ceza yê aydî deynê 18 sal berê birî. Gundê ku nûfûsa wî hezar û 200 kes in, 3 meh in bê avin. Der barê mijarê de gundiyan nêrazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku ew gundê xwe hemûyê bifiroşin jî ew nikarin vî deynî razînin.    'EM GUND BIFIROŞIN JÎ NIKARIN VÎ PEREYÎ BIDIN'   Ji gundiyan Hatîce Karçîn diyar kir ku bi salane têr av venaxwin û  ji ber ku avê nadin wan ew rojên zor û zehmet derbas dikin û wiha axivî:" Ez 40 salin li vî gundî dijim. Ez hatime vî gundî heta niha li vir pirsgirika avê heye. Çawa ku kaniyên me ziwa bûn, me bîrên av çêkirin. Ji ber ku av tune bû me jî sondaj girêdan. Ji ber ku sondajên me girtin, li gund av tune ye. Ev 40 salin ji ber ku bîrên avê bikar ne anîne qirêjî ne. Em niha ji nêçariya xwe bikar tînin. Ajalên me hene, baxçeyê me heye. Pêşiya me bihare. Ji ber ku av tune ye wê baxçeyên me ziwa bibin. Ajalên me jî tî ne. Ji me re dibêjin deynê we heye. Ji ber vê av nadin. Derfetên me tune ne ku em vî pereyî bidin. Heger em bêavî nemirin baş e. Em gundê xwe hemûyê jî bifiroşin em nikarin vî pereyî bidin. Em dixwazin ku lez û ber avên me vekin. Cihê ku av tune be, mirov wê çawa jiyan bike?"   'DÊ HEMÛ SEWALÊN ME BIMIRIN BIMIRIN'   Emîne Şaman jî bal kişand li ser pirsgirîkên xwe û diyar kir ku li gundê wan pirsgirîk av û ceyranê bi salane nayê çareserkirin û wiha got: "Li gundê me ne tenê pirsgirîka av heye. Di heman demê de hefteyê carekî ceyranên me dibirin. Par ceyranên me birîn û 15 rojan em taritiyê de hiştin. Li gund hûn dikarin her pirsgirîkekî bibînin. Cihê ku zarokên me lîstîkan bilîze tune ye. Ne mezinên me û ne jî dewlet ji me re tiştek nake. 3 mehin avê nadin me. Tişteke wiha çê dibe? Em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Ji ber ku av qut kirine, ev heywanên me hemû dê ji ber bê aviyê bimirin. Ji tunebûna avê herî zêde jî em jin bi bertekin. Ji ber ku karê malê hemû li ser milê me ye. Her roj em diçin jora gund bi bîdonan avê vedikêşin. Ji paqijkirina malê bigirin heta ku baxçeyan em ji pê re eleqeder dibin.Tunebûna avê herî zêde jî me jinan diwestine."    'KÎ DIKARE TRÎLYONEK BIDE?'   Ji gundiyan Hasan Ugur jî anî ziman ku ji ber ku av tune ye ew nikarin kar bikin û bertekên xwe wiha anî ziman:" Ez li vî gundî dayîk bûm û mezin bûm. Cara yêkeme ku em evqas bê av dimînin. Ev 3 mehin ava me qut kirine. Em dixwazin ku avên me vekin. Em jî welatiyên vê dewletê ne. Neheqiyê li me dikin. Deynê çend sal berê didin pêşiya me û av nadin me. Me bîrên avê bi destên xwe kolandine û em niha pêdiviya avê li wir pêşwazî dikin. Lê ew av jî nexweşiye. Niha tenê ew destê me de ye.  Gelek kes ji gund koçber bûn. Deynê her malekî ji me re ma. Kî dikare yek trîlyon bide? Divê vî deynî jê bibin û avên me vekin."     MA / Zeynep Durgut