Girtî Akkûrt: Em ê di greva cara 5'a de jî bi ser bikevin 2021-02-20 09:10:21 ÊLIH - Girtiyê siyasî Şajîr Akkûrt ku di sala 1992'yan de hatiye girtin, heya niha 5 caran ketiye greva birçîbûnê. Akkûrt, anî ziman ku wê di vê çalakiya greva birçîbûnê de jî bi ser bikevin.    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bi dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan di roja 86'an de ne. Girtiyê siyasî Şakîr Akkûrt ku di sala 1992'yan de hatiye girtin, cara 5'an e ku dikeve greva birçîbûnê. Akkûrt, diyar kir ku di 4 çalakiyan de bi ser ketine û wê di ya niha de jî bi ser bikevin. Xwişka wî Şukran Akkûrt, diyar kir ku gava birayê wî nû hatiye girtin bi qasî du mehan hatiye îşkencekirin.    BI DIJWARÎ ÎŞKENCE LÊ KIRIN   Akkûrt, destnîşan kir ku gava birayê wê 21 salî bûye cezayê muebetê lê hatiye birîn û got: "3 caran bi awayekî dijwar hat îşkencekirin. Diranên wî, goştên wî kişandin. Ceryan dan canê wî, her cara ku dihat malê nikaribû bimeşe. Di sala 1992'yan de gava hat girtin, 33 rojan ew îşkence kirin. Di cara dudoyan de 11 rojan û di cara sisêyan de jî 40 rojan ew îşkence kirin. Yanî tu îşkence nema ku lê nekirin. Herî dawî jî ew girtin."    BINPÊKIRINÊN MAFAN    Akkûrt, destnîşan kir ku birayê wî tu carî paş de gav neavêtiye û heya niha li Amed, Dîlok, Yozgat, Kandiraya Kocaelî û Akhîsara Manîsayê di girtîgehê de maye. Akkûrt, da zanîn ku birayê wê di sala 1996, 2000, 2012 û 2018'an de ketiye greva birçîbûnê û niha di Girtîgeha Akhîsar a Tîpa T'yê de ye. Akkûrt, anî ziman ku li Girtîgeha Akhîsarê binpêkirinên mafan zêde bûne.    ‘ÇIMA DENG JI WE DERNAYÊ?'   Xwişk Akkûrt, anî ziman ku birayê wê ji wan re gotiye, "Çima deng ji we dernayê?" û got: "Got, heger tiştek çênebe dê çalakiya xwe vegerînin ya bêdem û bêdorveger. Em ên li derve divê em xwedî li vê berxwedanêd erkevin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin."    ‘WEKÎ DIN RÊ TUNE'    Akkûrt, destnîşan kir ku birayê wê di her 4 çalakiyên greva birçîbûnê de bi ser ketiye û got: "Ji me re got, ê vê çalakiya me ya niha jî bi ser bikeve. Got, li girtîgehan berxwedêran li dijî zext û zoriyan bedenên xwe dane ber birçîbûnê û ji xeynî serketinê wekî din tu rê tune ye. Bang li hemû sazî û dezgehan ir ku xwedî li vê berxwedanê derkevin."