Ji ber heman parvekirinê 2 îdianame 2021-02-20 09:09:53 HATAY - Li Dortyola Hatayê ji ber heman parvekirina medyaya dijîtal derbarê Hayrettîn Ozbay de du îdianame hatin amadekirin.    Li navçeya Dotryol a Hatayê, Hayrettîn Ozbay, di 1'ê Çileya 2016'an de li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de wêneyekî mîzansenî yê Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan parve kiribû. Di vî wêneyî de serê Erdogan dihat jêkirin. Ji ber vî wêneyê mîzansenî derbarê Ozay de bi îdiaya propgandaya PKK'ê û DAIŞ'ê kiriye, du îdianame hatin amadekirin.   Serdozgeriya Komarê ya Hatayê, bi îdaya ku Ozbay "propagandaya PKK'ê" kiriye di 15'ê Çileya 2019'an de îdianame amade kir. 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê jî îdianame qebûl kir û sal û 6 meh û 22 roj ceza lê bir. Serdozgeriya Komarê ya Hatayê, di 21'ê Kanûna 2020'an de ji ber heman parvekirinê vê carê jî bi îdiaya "propagandaya DAIŞ'ê" îdianameyeke din derbarê Ozbay de amadekir. 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê jî îdianame qebûl kir. Danişîna dozê dê di nêz de bê lidarxistin. Dozgeriyê îdia kir ku Ozbay bi vê parvekirinê çalakiya serjêkirinê ya DAIŞ'ê rewa kiriye û xwestiye bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorî DAIŞ'ê" ceza lê bê birîn.    MA / Hamdullah Kesen