Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin dê edaleta mêran darizîne 2021-02-19 16:45:14   STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê, Ayşe Acar Başaran têkildarî kampanya "Ji bo jinan edalet) daxuyanî da û diyar kir ku dê jin edaletâ mêran darizîne û hesab bipirse.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanya “Ji bo jinan edalet" li pêş Edliyeya Stenbolê daxuyanî da. Lê polîsan destûr nedan jin daxuyaniyê bide. Polîsan rojnameger ji qadê dûr xist û parlamenter dorpêç kirin. Li ser vê yekê Berdevka Meaclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan, Oya Ersoy, Serpil Kemalbay, Huda Kaya Zuleyha Gulum, Filiz Kerestecioglu û Dîlşat Canbaz Kaya,  li pêş Navenda Kirîn û Firotinê ya Cevahirê daxuyanî da. Jinan di daxuyaniyê de Pakarta "Ji bo jinan ne edaleta mêr, Edaleta Rastîn" vekirin û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Em bêdeng nabin û em ê bêdeng nebin" berz kirin. Li ser navê jinan Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bertek nîşanî dorpêça polîsan a li ber edliyê da û got: "Jin dê çong danînin. Em ji bo jinan edaleta rastî dixwazin. Daraz serdesta mêr diparêze. Her roj jin tên qetilkirin û tên tacîz û tecawizkirin. Lê daraz mêr bê ceza dihêle.    JIN DÊ DARIZÎNIN   Başaran, anî ziman ku jin dê edaleta mêr darizinin û wiha bi dawî kir: "Ne daraza we ne jî polîs û eskerê we dê nikaribe me bi barîkatan asteng bike. Daraza we ya mêrê serdest dê nikaribe me darizîne. Jin ê mêr darizîne."