Giliya li dijî revandina mirovan: Em ê bêdeng nebin 2021-02-19 15:51:38   ENQERE – Parêzer Sevînç Hocaogûllari, di daxuyaniya ji bo dayîna daxwaznameya gilîkirinê ya Dozgeriya Komarê ya Enqereyê de diyar kir ku bertekên demokratîj nikarin bên tepisandin û wê bêdeng nebin.    Parastavanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên hiqûqî, têkildarî revandina 3 xwendekarên zanîngehê li ber Edliyeya Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û Parlamenterê CHP’ê yê Enqerê Yildirim Kaya jî tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê rêxistinên hiqûqê parêzer Sevînç Hocaogûllari daxuyanî da û diyar kir ku îşkence li xwnedekaran hatiye kirin û wiha got: “Li gorî daneyên ÎHD’ê di sala 2018’an de 160 kes û di sala 2019’an de 250 kes hatine revandin. Li gorî tespîtên me ev hejmara di sala 2020’an de zêdetir bûne. Di nav mehekê de jî 9 kes hatine revandin.”   ‘DEWLET SÛCÊN KOMÎ DIKE’   Parêzer Sevînç, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di bin çavan de revandin û înfazên bê darizandin gelek pêk hatine û ev tişt gotin: “Em hiqûqnas van dosyayan dişopînin û daxwaza xwe ya edaletê timik dubare dikin. Di vê mijarê de gelek sûc hene. Ev sûc ji aliyê dewletê ve bi awayekî komî pêk tên.”   GILÎKIRIN   Di dawiya axaftina xwe Sevînç, da zanîn ku dê serî li dozgeriyê bidin û giliya kesên ku xwedekaran revandine bikin û daxwaz kir ku kesên xwendekaran revandin bên dîtin û demildest bên cezakirin.    DAXWAZA RAWESTANDINA REVANDINA KIRIN   Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û Parlamenterê CHP’ê yê Enqerê Yildirim Kaya jî piştî parêzer Sevînç axivîn. Tîryakî û Kaya bertek nîşanî revandina xwendkaran dan û xwestin ku pêkanînên revandina mirovan bên rawestandin û berpirsyar bên dîtin û cezakirin.    Piştî daxuyaniyê daxwaznameyên giliyê pêşkêşî dozgeriyê hatin kirin.