Komelaya Ziman û Çandê: Tunekirina ziman kêrî kesî nayê 2021-02-19 15:43:35 ŞIRNEX-  Mamosteyê Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek Masum Bîlîç, têkîldarî 21'ê Sibatê daxuyanî da û got: "Windakirin û tunekirina zimanan kêrî karê tu netew û dewletan nayê. Berevajî vê her zimanek parçeyek ji bîra vê cîhanê ye. "   Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek a ku li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê der barê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de daxuyanî da çapemeniyê. Komeleyê li avahiya xwe daxuyani da. Rêveber, mamosteyên komeleyê û Nûnerên Platforma Şaxan a KESK'ê ya Şirnexê tev li daxuyaniye bûn. Li salonê pankarta "Zimanê zikmakî xwebûn û hebûn e, 21'ê Sibatê roja zimanê dayîkê li hemû zimanan pîroz be" vekirin. Dîsa dovîzên "Ziman bê perwerdehî nabe ziman" rakirin. Mamosteyê komeleyê Masum Bîlîç daxuyanî xwend. Bîlîç, bal kişand ser girîngiya ziman û wiha got: "Sed mixabin piraniya dewletên serdest “zimanên dîtir” ji xwe re weke gef û asteng dibînin. Divê bê zanîn ku ziman hebûneke civakî û dîrokî ye. Ev herdu rewş bi awayekî rasterast girêdayî hev in. Lewre ziman têkiliya mirovan a bi hev re çêdike lê belê zimanê dayîkê li gel têkiliyê pêşxistina ramanê jî çêdike. Ji ber vê sedemê em dibêjin, Her zimanek têlek tembûrê û notayeke muzîkê ye. Her zimanek çîrokek, dîrokek, helbestek û rengekêkî jiyanê ye ku divê herkes jê sûdê werbigirin. Windakirin û tunekirina zimanan kêrî karê tu netew û dewletan nayê. Berevajî vê her zimanek parçeyek ji bîra vê cîhanê ye. "   'BI ZIMANÊ DAYIKÊ AXAFTIN MAFEKE REWA YE'   Bilinç, anî ziman ku ku li Tirkiyeyê zimanê Kurdî bi gef û êrîşan rû bi rû ye û wiha dom kir: "Zimanê dayikê yê mîna şîrê dayîkê li mirov helal e nasname, rûmet û hebûn e. Ya bandoreke mezin li ser kesayet, binhiş û jiyana civakê dike dîsa zimanê dayîkê ye. Dema zimanê gelekî bê tunekirin ew gel ji nasname, rûmet û hebûna xwe jî tê dûrxistin. Li gor gelek qanûnên navneteweyî axaftin û perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa ye û divê ev maf bê dayîn. Lê dema em îro lê dinêrin kurd ji perwerdeya bi zimanê xwe bêpar tên hiştin. Daxwaz û bangewaziya me ji rayedar û hikûmetê ew e ku hemû astengiyên li pêşiya zimanên bêstatû demildest rake. Zimanê kurdî weke zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî qebûl bike û bixin bin ewlehîya qanûnî"