Hem lê dan û hem lêpirsîn vekirin 2021-02-19 14:53:27   STENBOL - Malbata girtiyê nexweş Murat Aktaş ê li Girtigeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye, diyar kirin ku hem li wî xistine û di sermaya zivistanê de 2 rojan bataniye nedane wî, hem û lêpirsîn li wî vekirine.    Malbata girtiyê nexweş Murat Aktaş ê li girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî, têkildarî zextên li ser girtiyan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Li salona komeleyê pankarta "Ji îşkenceya ku li Murat Aktaş û hevalên wî tê kirin re bes e" vekirin. Malbata Aktaş bal kişand ser zextên li ser girtiyan û anîn ziman ku ji ber îşkence li Mûrat hatiye kirin tenduristiya wî nebaş e.    DI SERMAYA ZIVISTANÊ DE BATANÎ NEDAN WÎ   Birayê Murat Aktaş, Emre Aktaş, anî ziman ku di 8'ê Sibata 2021'an de bi telefonê bi wan re axivî û wiha got: "Li birayê min xistine. Di nava hefteyekê de 2 caran cihê wî guhertine. Ji êrîşî wî bikin û li wî bixin cihê wî guhertin. Birayê min xwest hucreya wî biguherin. Piştî daxwazname dan cihê wî guhertin. Lê hêj hefteyekî wî neqediya dîsa ew û hevalên wî birin heman hucreya berê. Dema birayê min li dijî vê yekê derdikeve gardiyanên bi robokop dikirgin ser wan û li wan dixin. Birayê min di êrîşan de ji ser hişê xwe diçe. Hevalên mirayê min jî şandin hucreyan û di sermaya zivistanê de 2 rojan bataniye nedan wan.    Rayedar û midûriyeta girtîgehê berpirsiyarê êrîşa Aktaş in. Piştî êrîşê êş ketiye mil û serê birayê min. Hem li birayê min û hevalên wî îşkence kirine, hem jî der barê wan de cezayê dîsîplînê birîne. Zextên li ser girtiyan tên kirin bi Girtîgeha Edîrne ne bi sînor e.    Keça Aktaş Ekin Su Aktaş jî anî ziman ku bavê wê 17 salin girtî ye û wiha got: "Gardiyanên bi robokop  êrîşî kawişan kirin. Di erîşê de bi hêza ku mil û piyê wan bişkînin îşkence li wan kirine. Li serê bavê min dane. Bavê min ji ber lêdanê ji ser hişê xwe çûye. Ev ne kiryara Midûrê Girtîgehê Haydar Ali Ak a yekemîn e. Haydar Ak ê îşkencekar li girtîgehên din jî heman îşkence kiriye. Niha li Edîrneyê jî li dijî girtiyan heman îşkenceyê dike. Dema ez çûm hevdîtinê nikarîbû milê xwe bilebitîne. Li girtîgehan bi zanebûn îşkence dikin. "    Xwişka Aktaş Gulsenem Çiftçî jî anî ziman ku bi fikar in û xwest tecrîdkirina girtiyan bi dawî bibe.