Beştaş, mînakên lêgerîna tazî ji Zengîn re rêz kir 2021-02-19 13:46:48   ENQERE – Ozlem Zengîn a AKP’yî ji sepana legerîna tazî ya li girtîgehan re got “pevxistin.” Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî Zengîn da û mînakên lêgerînat azî rêz kir û got: “Ev li dijî rûmeta mirovan e, îşkence ye.”    Li Desteya Giştî ya Meclîsê carek din ji nûve nîqaşa “lêgerîna tazî” derket. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû kesên bi sepana lêgerîna tazî re rûbirû mane bir rojeva Desteya Giştî ya Meclîsê.    Gergerlîoglû anî ziman ku sepana lêgerîna tazî ji aliyê her kesî ve tê zanîn, mînakên lêgerîna tazî da û xwest ev mijar were lêkolînkirin.    LÊGERÎNA TAZÎ QEBÛL NEKIR    Cîgira Serokê Koma AKP’ê Ozlem Zengîn ji sepana lêgerîna tazî re got “pevxistin” û lêgerîna tazî qebûl nekir.    ‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay bertek nîşanî Zengîn a AKP’î da û ji lêgerîna tazî re got “Sûcê mirovahiyê ye.”    BEŞTAŞ: LÊGERÎNA TAZÎ ÎŞKENCE YE    Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî mafê axaftinê wergirt, bertek nîşanî Ozlem Zengîn a AKP’î da û sepanên lêgerîna tazî yên li derve û girtîgehan jê re rêz kir û got: HDP Grup Başkanvekili Meral Danış Beştaş, söz alarak Zengin’e şu sözlerle karşılık verdi: “Lêgerîna tazî li dijî rûmeta mirovan e. Ev yek îşkence ye. Divê ku ev sepana lêgerîna tazî demildest were rakirin.”