23 sal ceza li cerdevanê îstîsmarkar hat birîn 2021-02-19 12:56:23   MÊRDÎN - Ji cerdevan Mehmet Elî K’yê ku li navçeya Kercewsê zaroka 7 salî îstîsmar kir re 23 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.   Danişîna biryarê ya doza cerdevan Mehmet Alî K.’yê 37 salî ku li navçeya Kercewsa Êlihê zaroka 7 salî îstîsmar kir tê darizandin, duh li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyadê hat dîtin. Mehmet Alî K’yê ku li Girtîgeha Midyadê ya Tîpa M dimîne li eywana danişînê hat amadekirin. Di heman demê de parêzerên aliyan û xizmên wan jî tevlî danişînê bûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan daxwaza tevlîbûnê ya parêzerên endamên Navenda Mafên Zarokan û Jinan a Baroya Mêrdînê hat nirxandin. Şandeya dadgehê daxwaza baroyê red kir.  Parêzerên zarokê xwestin ku ji ber sûcê bersûc sabît e were cezakirin. Bersûc Mehmet Alî K. jî sûcê ji dihat sûcdarkirin qebûl kir û wiha got: “Min ji nişkeve xetayek kir. Lêborîna xwe dixwazim. Poşman im.”   Şandeya Dadgehê ji sûcên “li zarokê îstîsmara zayendî kiriye” 14 sal, “kesekê ji azadiyê bêpar hiştiye” 9 sal bi giştî 23 sal cezayê girtîgehê li bersûc birî. Dadgehê di cezayê birî de ceza kêm nekir.