Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike 2021-02-19 09:22:11 STENBOL - Xwendekaran destnîşan kirin ku weziyeta rektorê qeyûm Melîh Bûlû ne ew weziyet e ku bi îradeya xwe îstifa bike.  Bertek û nerazîbûnên li dijî tayinkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû ji 4'ê Çileyê ve didomin. Xwendekarê Zanîngeha Hunerên Ciwankariyê ya Mîmar Sînanê Ronî Goren, anî ziman ku berxwedana ku li Bogazîçiyê dest pê kir û li seranserê welêt gelek kesan xwedîtî lê kir, bersiveke li dijî zextên AKP'ê yên li ser zanîngehan. Goren, bilêv kir ku ev berxwedan di heman demê de daxwaza ji bo azadiyê ye jî.    Goren, diyar kir ku AKP dixwaze bi rê û rêbazine tên zanîn berxwedanê biîkîne û bitepisîne û got: "Bi daxuyaniyên xwe xwendekar hedef nîşan dan. Ew kirin terorîs, ew kirin kesên heqaret li îslamê dikin. Ji zû de AKP, kesên ne ji xwe wekî 'terorîst' lanse dike. Dawiya vê jî binçavkirin, girtin û îşkence ye. Wekî her kes dizane, çapemeniya AKP'ê ji roja roj de hevalên me kirin hedef. Piştî hedefgirtinê zêdetirî 500 hevalên me hatin binçavkirin û gelek hevalên me hatin girtin."    NÎŞANEYA BÊÇARETIYÊ    Goren, êrîşên îqtidarê yên li ser xwendekaran wekî nîşaneya bêçaretiya îqtidarê pênase kir û got: "AKP'ya ku êdî nikare welêt bi rê ve bibe, êrîşkariyê dike û bi vî awayî dixwaze umrê siyaseta xwe dirêj bike. Ev rewş, tenê ne rewşeke ku bi rektorên qeyûm ve sînordarkirî ye. Êrîş, tayinkirina qeyûman, fezlekeyên derbarê parlementeran de û girtina siyasetmedarn ... Lê belê zext û zorî çi dibin bila bibin, ê berxwedan jî ew qasî bihişmet be."    Goren, destnîşan kir ku hêzên ji bo demokrasî û azadiyê divê ji bo avakirina eniya demokrasiyê ya yekbûyî bên cem hev du.    ‘NIKARE BI ÎRADEYA XWE ÎSTIFA BIKE'    Xwendekara Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Sera Sonat jî anî ziman ku Melîh Bûlû, dildarê qoltixê ye û bi rewabûna sixte ya îqtidarê xwendekaran dide girtin. Sonat, destnîşan kir ku weziyeta rektorê qeyûm Melîh Bûlû ne ew weziyet e ku bi îradeya xwe îstifa bike û got: "Îqtidar, ev bûyer ji çarçoveya azadiya zanîngehan derxistiye û li dijî muxalefeta civakiyî wekî eniyekê bi kar tîne. Yanî Meşîh Bûlû, ji bo AKP'ê sembola polîtîkayeke paşve gavneavêtinê ye di siyaseta navxweyî de. Lewma ew bixwaze jî ne mimkun e u îstifa bike. Dê ev bibe destkeftiya muxalefeta civakiyî û wê ji bo siyasetmedarên ku çar hawirdorên wan hatine dorpêçkirin bibe roniya hêviyê."    Sonat, anî ziman ku piştevaniya xwendekaran û berxwedanên din ên li Tirkiyeyê di bara gel de bûne cihê hêviyê û got: "Em li benda gel û siyasetmedaran e jî."