Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin 2021-02-19 09:20:28 ENQERE - Habîb Gokdag ku ji bo tevli malbatên li ber avahiya HDP'a Amedê tên rûniştandin bibe 5 hezar TL teklîfî wî hatiye kirin, anî ziman ku polîsan jê re gotiye: "Em ê 5-6 hezar TL'yî bidin te, biçe Amedê. Mesrefên te hemû aydê me."  Wezareta Karên Navxweyî, malbatên ku îdia dikin "zarokên wan hatine revandin" berê wan dide ber avahiya HDP'ê ya Amedê. Yek ji van kesan jî Habîb Gokdag e ku polîsan pere teklîfî wî kiriye. Gokdag, li navçeya Keçîoren a Enqereyê dimîne û birayê wî Omer di sala 2015'an de tevli YPG'ê bûye. Gokdag, diyar kir ku polîs zorê didinê ku biçe ber avahiya HDP'a Amedê. Gokdag, anî ziman ku polîsan jê re gotiye heger biçe ber avahiya HDP'a Amedê wê 5 hezar TL pere bidinê.    ‘TEVÎ ÇEKA XWE TEVLI YPG'Ê BÛ'    Gokdag, anî ziman ku birayê wî Omer Gokdag, di sala 2015'an de gava li Cizîrê esker bûye, tevli YPG'ê bûye. Gokdag, bilêv kir ku gava birayê wî esker bûye çawîşekî pispor êrîş biriye ser wî û piştî vê birayê wî tevî çeka xwe tevli YPG'ê bûye. Habîb Gokdag, diyar kir ku piştî ku birayê wî tevli YPG'ê bûye polîsan avêtiye ser mala wan û got: "Herî dawî du meh berê polîsan telefonî min kir. Ji min xwestin biçim tevli kesên li ber avahiya HDP'ê bibim û li wir rûnim. Ji bo vê jî 5-6 hezar TL pere teklîfî min kirin. Lê min teklîfa wan qebûl nekir. Carekê jî rû bi rû bi min re axifîn û pere teklîf kirin. Tim dibêjin, 'dewlet li pişta te ye' û bi vî awayî dixwazin min qaneh bikin."    ‘GEF LI MIN XWARIN'    Gokdag, destnîşan kir ku ji ber ku teklîfa polîsan qebûl nekiriye, zext û zoriyên polîsan zêde bûne û got: "Ji min re gotin, tevli çalakiyên li ber HDP'ê bibe. Gava min got, birayê min bi îradeya xwe ya azad tevli YPG'ê bûye, vê carê gef li min xwarin ku heqê pereyê çeka ku birayê min bi xwe re biriye bidim. Min birin kafeyekê û ji min re gotin, heger tevli YPG'ê nebî, tu yê heqê pereyê çeka birayê xwe bidî û gotin em ê ji bo vê te bidin dadgehê. Piştî vê min lêkolîn kir, dozek bi vî rengî nehatiye kirin. Bi vê gefan li min dixwin."    ‘HEGER TEV LÊ BIBIM EZ Ê BÊHURMETIYÊ LI GELÊ KURD BIKIM'    Gokdag, anî ziman ku piştî ku birayê wî tevli YPG'ê bûye bi du rojan, çûne Cizîrê û polîsên li wir tahde li wan kiriye. Gokdag got: "Gava em çûn wir, polîsan ji me re got, 'hûn çima wisa ne?' Min jî got, 'Birayê min seba we çûye.' Pir heqaret li me kirin. Birayê min bi îradeya xwe çûye. Birayê min ne zarok e. Zarok bûna nediçû eskeriyê. Lê radibin dixin stuyê me, mafên me binpê dikin. Em nikarin bi rihetî biçin derekê. Lê dixwazim vê bibêjim, heger tevli çalakiya li ber HDP'ya Amedê bibim, ez ê hem bêhurmetiyê li birayê xwe hem jî li gelê kurd bikim."    Her wiha polîsan berê jî telefonî Hanim Severê kiribûn, ku keça wê Rozerîn Sever di sala 2015'an de tevli PKK'ê bûye, û 10 hezar TL pere teklîfê wê kiribûn.    MA / Hakan Yalçin – Ceylan Şahînlî