Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye 2021-02-18 16:36:37 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan serdana rêxistinên elewî kir û got: "Divê li dijî faşîzmê tiştek bê kirin. Pêwîste her kes bibe yek, têkoşînê hevpar bike û edaletê pêk bîne."   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re, di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" de li Stenbolê serdana Federasyona Komeleyên Elewiyan kir.   Heyet ji aliyê Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan Pîr Celal Firat ve hat pêşwazîkirin.   Pîr Celal Firat kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û got: "Qeyûmên li şaredariyan hatine danîn, kiryarên li dijî HDP'ê tên kirin, me Elewiyan gelekî aciz dike."   Bûldan jî diyar kir ku divê li vî welatî atmosfereke welê bê afirandin ku bawerî û cihêrengî hemû karibin bi rengekî azad lê bijîn.   Bûldan destnîşan kir ku diyarnekirina statuya Malên Cemê, qebûlnekirina wan weke cihê îbadetê, neheqiya herî mezin e ku li elewiyan hatiye kirin.   'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ PÊWÎSTÎ BI HEVKARIYÊ HEYE'   Bûldan anî ziman ku ji bo ronîkirina komkujiyê li Dersim, Çorûm, Mereş û Sêwasê divê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin û got: "Em li dijî her cûre zilm, zalimtî, tundî û faşîzmê ne. Em edaleteke rasteqîn dixwazin. Li dijî vê faşîzmê divê tiştek bê kirin. Divê her kes bibe yek, têkoşînê hevpar bike û edaletê bi hev re pêk bîne. Edalet îro ji bo 82 milyon kesî lazim e. Bêguman em ê di dema herî kurt de edaletê bînin vî welatî. Jİ ber ku em ji bo vê têdikoşin."   Bûldan û şandeya xwe piştî hevdîtina li vir çûn serdana Komeleya Alimên Olî ya li Semta Şîrînevlera Stenbolê.