Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin 2021-02-18 16:05:41   ENQERE – Ji sê xwendekarên zanîngehê yên li Enqereyê ji aliyê kesên sivîl ve hatin revandin Alî Berke Aydugan û Ûgûrcan Baynal piştî li wan hatiye xistin hatin berdan.    Li Enqereyê hin kesên sivîl piştî nasnameya sê xwendekarên zanîngehê kontrol kiribûn, wan revandibûn. Ji sê xwendekaran Alî Berke Aydugan û Ûgûrcan Baynal ên endamên Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) hatin dîtin.    Aydugan ê li ber mala xwe yê li wesayîtek sivîl hat siwarkirin û revandin piştî du saetan wî danîn eraziyek navçeya Golbaşi ya Enqereyê. Li gorî agahiyên me ji hevalên wî wergirtin; wan kesên Aydugan revandine lê dane û nikare xwe bide ser lingê xwe.    DÊ GILÎ BIKIN    Hevalên Aydugan gotin ew çûne cihê wî anîne û piştî ew rapora lêdanê werbigirin dê biçin gilî bikin.   Ûgûrcan Baynal jî piştî bi gefan re rûbirû ma wan kesên wî revandin birin danîn cihek navçeya Pûrsaklarê.    Li aliyê din xwendekarên zanîngehên li Enqereyê dê êvarê li avahiya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixin.