Çalakiya xelkê Şengalê didome 2021-02-18 13:36:33   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Şengalê çalakiya “Em hemû asayiş in” di roja 79’an de berdewam dike û xelk serdana konê ji bo çalakiyê hatiye vedan dike.    Çalakiya xelkê Şengalê ya li dijî peymana di navbera Hewlêrê û Bexdayê de û ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidîxanê 79 roj li pey xwe hiştin. Ev peyman 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibû îmzekirin.  Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, bi armaca piştgiriya Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.   Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 79’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve berdewam dike. Xelkê Şengalê jî diçe serdana konê hatiye vedan û piştevaniya xwe nîşan dide.