DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye 2021-02-18 10:53:15 ENQERE - Li Enqerê piştî 4 salan DEMDER ku Kurdî perwerdehiyê bide bi dirûşma "Dem, dema hînbûna Kurdî ye" hat avakirin. Mamosteyê komaleyê Onder Bayindir xwest her kes li ziman xwedî derkevin û yên bixwazin dikarin wan di 6 mehan de fêrî Kurdî bikin û got: "Xwedî derketine ziman, xwedî derketine nasnameyê ye.” Rêxistina Perwerde, Zanis û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21'ê Sibata 2000'an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Li Tirkiyeyê bi xala 42'emîn a Destûra Bingehîn, ji xeynî Tirkî hemû ziman hatin qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û li dijî fermiyetê ne. Ji ber zagonên dewletan heta niha li ser ruyê cîhanê ji sedî 40'ê zimanan tune bûne an tune dibin. Li gorî malpera Ethnologue ya xebatê ziman dimeşîne li Tirkiyeyê 39 ziman tên axaftin. Lê niha tenê Tirkî fermî ye. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon Kurd hene. Lê Kurdî hêj qedexe ye. Sala 2016'an de hemû sazî û dezgehên Kurdî hatin girtin. Yek ji sazîya hatin girtin jî Komaleya Lêkolînên çanda Kurdî (KURD-DER) bû. Komaleye li Enqerê 2004 a hatî avakirin di navbera 12 salan de bi hezaran hezkiriyê Kurdî perwerde kiribû. Piştî 4 sala li Enqerê ji bo xwendin û lêkolînên Kurdî peşbikevin bi dirûşme "Dem, dema hînbûna Kurdî ye" DEMDER hate avakirin. Komaleye ku li ser tora cîhanî hatiye avakirin, naha tenê xabate xwe li ser înternetê dimeşîne.   Komale wê roja 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî yên Kurdî bi dest perwerde bike. Mamosteyê Komeleya Dem Dema Kurdî ye (DEMDER)ê Onder Bayindir ji Ajansa Mezopotamya'ra (MA) qala damazirandina DEMDER û zextên li ser Kurdî kir.   FEYDAYA ÎNTERNETÊ   Bayindir, diyar kir ku ji sala 2008'an heya îro di nava xabate Kurdî de cih girtiye û wiha got: "Ji sala 2016'a heya îro li Enqerê saziyeke ku perwerdeya Kurdî bide  tunebû. Daxwaza me berdewamkirina xabate Kurdî ye. Em di xwazin bigihîjin hemû kesê ku dixwazin hînî Kurdî bibin. Ji ber nexweşiya koronaye niha tenê perwerdeyên me li ser înternetê ne. Dibê em feydeya înternetê baş kar bînin. Di 2016'an de saziye me di şevekê de hatin girtin. Divê em derfetê di destê xweda baş binirxînin. Da ku êdî deshilatdar bê çare bimînin. Ji bo em fêrî zimanê Kurdî bibin tiştek ne asteng e. Divê em li dijî astengiyên heyî jî li berxwe bidin."   'KU ZIMANÊ KURDÎ TUNE BE KURD JÎ TUNE NE'    Bayindir, li ser nêzîkatiya dewletê ya li dijî ziman jî rawestîya û wiha axivî: "Alozîya pirsgirêka çareseriya Kurd, tesirê li ziman jî dike. Demê Kurdî  tune be, tê wateya ku Kurd jî tune ne. Xwedî derketina ziman, xwedî derketina nasnameyê ye. Desthiladar vê yekê baş dizanin. Ji ber wê herdem li ser Kurdî polîtîkayê qirêj dimeşînin. Di pêvajoya aşîtiyê ya 2013'a de me di hêla ziman de pir pêşketin bi destxistin. Di heman demê de me 400 xwendekar perwerde dikir. Eleqeyek pir mezin hebû. Lê mixabin dema pêvajo qedîya dîsa astengiya li ser Kurdî destpêkirin."   'PISGIREKA HERÎ MEZIN DEWLET E'   Bayindir, anî ziman astengiya herî mezin li dijî Kurdî dewlet e û wiha got: "Eger dewlet dest ji polîtîkayê bişavtine berde wê demê çi astengî li ber ziman namîne. Em dikarîn bi tena serê xwe, bê alîkariya dewletê perwerdeya zimanê Kurdî bidin. Ev hêza me heye. Çikasî xabaten li ser Kurdî zêde bibin wê Kurdî hê bêhtir bi pêşva here. Ziman bi çand, huner, wêjeyê pêş dikeve. Di nav hemû astengîya de dîsa pirtûkê bi zimanê Kurdî gelekten nivîsandin. Ev pir girînge. Lê ya jê girîngtir dibe ku xwîner ji hebin. Ev jî bi perwerdehiyê dibe."   'DIVE DAYIK BI ZAROKÊN XWE RE BI KURDÎ BIAXIVIN'   Bayindir, bal kişand ser hêla têkiliya di navbera dayîk û zaroka de û got: "Di hêla pêşketina ziman da barê herî giran li ser milê dayîkan e. Zarok perwerdeya yekemîn ji dayîkê digire. Ya ku zarok hînî zimanê wan dike dayîk e. Ji ber vê daxwaziya me ji dayika heye. Teqez bi zimanê Kurdî bi zarokên xwere bi axivîn. Hûn çi qasî xwedî li ziman derkevin em ew qas hene."   'EM DIKARIN DI 6 MEHAN DE HÎNÎ KURDÎ BIKIN'    Bayindir, bal kişand ser têkiliya çand û ziman û wiha bi dawî kir: "Dem dema hînbûn û geşbûna Kurdî ye. Îro em dikarin ji ber pêşketinê tiştekî bikin. Dibê em karibin hemû amûrê dîjîtal bi kar bînin. Êdî tenê perwerdekirin jî ne bese, dibe em zimanê Kurdî li cîhanê bidin nasîn. Lazim e kesên ku bixwaze hînî Kurdî bibe em wan hîn bikin. Dema pêvajo xweşbu gelek xwendakarên me Tirk û Erep hebûn. Dibê em dîsa xwe bigihenin wan. Yê ku bixwazin hînî Kurdî bibin DEMDER ji bo wa fersend e. Ji bo tiştekî ne dereng e. Em dikarin herkesi di havbera 6 mehan de hînî zimanê Kurdî bikin."   SERLÊDAN   Yên ku dixwazin bigihêjin waneye DEMDER'ê dikarin ji lînka  û meîla demder@dmder.net  serlêdana xwe bikin.   MA / Emrullah Acar