AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît 2021-02-18 09:17:22 COLEMÊRG - Ji bo propagandaya rêvebiriya qeyûm a Şaredariya Geverê, dîmenên bajêr ên ji hewayê hatibûn girtin di bin navê "xizmetên şaredariyê" de hatibûn parvekirin. Lê belê herî û kort û koncalên li tax û kuçeyên navçeyê, van dîmenan û propagandaya navbirî pûç dikin.  Ajansa Anadolûyê (AA), çend roj berê dîmenên Gevera Colemêrgê parve kiribûn. Dîmenên ji hewayê hatibûn girtin ji bo propagandaya rêvebiriya qeyûm a Şaredariya Geverê di bin navê "xizmetên şaredariyê" de hatibûn parvekirin. Lê belê herî û kort û konaclên li tax û kuçeyên navçeyê, van dîmenan û propagandaya navbirî pûç dikin.    Di nûçeyê de hatibû gotin ku navenda navçeyê hatiye îslehkirin û êdî welatî dikarin li qadên hêşîn ên hatine çêkirin bêhna xwe vedin. Her wiha di nûçeyê de hatibû îdiakirin ku rêvebiriya qeyûm rê asfalt kirine û peyarê jî nû kirine û "dîmeneke modern" li bajêr peyda kiriye.    MILYAREK DEYN    Di nûçeyê de hevpeyvîna bi qeyûm Qeymeqam Osman Dogramaci jî hebû. Dogramaci, wekî ku milyarek TL deynê şaredariyê tune be tevgeriyaye û derpêş kiriye ku "pirsgirêka sed salî ya avê" çareser kirine.    DÎMENÊN JI JÊRÊ WAN PÛÇ DIKIN    Lê belê dîmenên ji jêrê hatine girtin, dîmenên ku AA'yê parve kiribûn û îdiayên Dogramaci pûç dikin. Di dema qeyûm de ji xeynî peyarêyên Kolana Cengîz Topelê hema bibêje tiştekî berbiçav nehatiye çêkirin. Havîna bajêr ji toz û gemarê xalî nabe û zivistanê jî dibe çirav. Her wiha taxên navçeyê jî ji gemar û çopê xalî nabin û kolan û kuçeyên navendê jî tije kort û koncal in.    'BILA WERIN LI NAVENDA BAJÊR MÊZE BIKIN'    Metîn Savaşan ku dikana wî li Taxa Gungorê heye, rêyên xera nîşan da û got: "Ji roja ku qedexeya derketina derve çêbûye heya niha halê rêyên bajêr ev e. Tim qûmê dirijînin. Dibêjin, 'em ê rêyan çêbikin', lê çênakin." Savaşan, anî ziman ku ji ber ku rê ji heriyê xalî nabin, mişterî nikarin bên dikana wî û nûçeya AA'yê da ber rexneyan.    Savaşan got: "Diçin TOKÎ'yan dikişînin û wekî ku navenda bajêr be nîşan didin. Ew der ne navenda bajêr e. Navenda bajêr ev der e. Rê di nav heriyê de mane û xendek çêbûne. Mirov nikarin bimeşin. Em dixwazin ev rê bên çêkirin."    Her wiha welatiyên li derdorê jî gotin: "Ev rê qet nayên çêkirin. Vê rezîltiyê baş bikişîne."