Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e 2021-02-18 09:15:34 STENBOL - Hunermend Rotînda û Seyitxan, bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û gotin: "Şikandina tecrîdê peywirek e."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 84'an de ye. Hunermend Rotînda û Seyitxan, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bang kirin.    Hunermend Seyitxan, anî ziman ku çalakiya ku li girtîgehan dest pê kiriye li seranserê cîhanê belav bûye û wiha got: "Pirsgirêka kurd, naskirina nasnameya kurdî, pirsgirêkeke ku bi salan e didome. Girtî û bi milyonan kes dibêjin 'Bê Serok jiyan nabe. Azadiya Ocalan, azadiya me ye.' Azadiya Ocalan, azadiya gelê kurd e."    AŞTÎ Û BIRATΠ   Seyitxan, bilêv kir ku daxwaza çalakiyê daxwaza aştî û biratiyê ye û got: "Tecrîdkirina Birêz Ocalan, heqaret e li gelê kurd. Heqaret e, li edaletê. Mirov li dijî van heqaretan daketine kuçeyan û çalakiyan li dar dixin."    AZADIYA OCALAN    Seyitxan ku got "Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin. Lewma şikandina tecrîdê şert e, peywirek e" got: "Kurd û dostên kurdan tecrîdê qebûl nakin. Çalakiyên greva birçîbûnê, çalakîne pir hesas in. Lewma divê her kes li dor vê çalakiyê bibe xelek. Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina demokrasî, azadî û edaletê ye. Divê her kes di çarçoveya vê heqîqetê de nêzî tecrîdê bibe. Heger li kuçe û kolanan ev deng bilind nebe, wê tecrîd neyê şikandin. Îsal, sala azadiya Ocalan e."    Seyitxan, bang li hunermend û rewşenbîrên li Tirkiyeyê jî kir ku xwedî li vê çalakiyê derkevin.    Hunermend Rotînda jî çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin. Rotînda, destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê çalakiyeke girîng e û got: "Tecrîdkirina Birêz Ocalan nayê qebûlkirin. Lewma ji destê kê çi tê divê bike."    Rotînda, bang li her kesî kir ku xwedî li çalakiya girtiyan derkeve.    MA / Nacî Kaya