ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-18 09:02:29     * Hunermend Rotînda û Seyitxan, bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û gotin: "Şikandina tecrîdê peywirek e."    * Gulşen Algoren ku ji bo debara xwe bike li malê gûzan dişikîne, anî ziman ku ew û jinên taxê bi hev re vî karî dikin û bi vî awayî ruhê piştevaniyê xurt dikin.    * Aktivîsta TJA'yê Dîlan Yildiz, anî ziman ku AKP bi qanûnên ku çêdike, kujerên jinan berdide û got: "Sedema herî mezin a qirkirina cinsî jî, îqtidar e."    * Hevseroka Egîtîm Sen a Şaxa 1 a Amedê Emîne Akşahîn, bal kişand ser polîtîkayên asîmlasyonê û destnîşan kir ku zextên li ser zimanê zikmakî zirarê dide yekpareyiya hişî û hisî ya mirov.    * Ji bo propagandaya rêvebiriya qeyûm a Şaredariya Geverê, dîmenên bajêr ên ji hewayê hatibûn girtin di bin navê "xizmetên şaredariyê" de hatibûn parvekirin. Lê belê herî û kort û konaclên li tax û kuçeyên navçeyê, van dîmenan û propagandaya navbirî pûç dikin.    * Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, anî ziman ku bi hinceta pandemiyê tenê xebatên yekeyên jinan hatine sekinandin û bi vî awayî xebatên jinan hatine pasîfîzekirin.    * Wekîlê Hevserokatiya HDP'a Amedê Îrfan Soner, anî ziman ku berpirsiyarê mirina esker û polîsên di dest PKK'ê de hikûmet e û got: "Pêşniyarên me esas nehatin girtin. Berpirsiyarê vê mirinê hikûmet e."    * Dengbêj Selahattîn Ûçûrûm ku 45 sal in distrê, ji bo dengbêjî dewam bike bang li ciwanan kir ku guh li kilamên dengbêjan bikin.    * Romana Sîdar Jîr a bi navê Şerm ji Weşanên Lîs derket. Nivîskar serpêhatiyê ku bingeha xwe ji rastiyê digire temam nake û jiyanên nîvcomayî li benda temamkirina xwîneran dihêle.   *  Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolmê, bi minasebeta 21'e Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ji bo zarokên 4-6 û 7-10 salî dest bi kursên Kurdî dikin. Hîndekar Sîpan Haco, anî ziman ku eleqeyek mezin li hemberî kursên kurdî hene û wiha got: "Girîng e ku zarok bi zimanê zikmakî perwerde bibin."   * Danişîna doza rojnamevan-derhêner Veysî Altay û Dîcle Anter piştî ku Dadgeha Îstînafê cezayê li wan hatibû birîn xera kir dê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Êlihê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza Alî Hemdan ê ji Sûriyê ji aliyê polîs ve hat kuştin wê li Dadeha Cezayê Giran a Edeneyê were lidarxistin. (10.00-18.00)   * Şandeya ji KCD, DBP û HDP'ê pêk tê wê xebatên yekîtiya neteweyî ya  kurd li navçeyên Kerboran û Midyadê yên Mêrdînê berdewam bikin. (11.00 - 17.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di çarçoveya kampanya "Destpêk Edalet" dê biçe serdana Navenda Giştî ya Partiya Çep. (13.00)   * Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç dê di salvegera qetilkirina 28'emîn a de li ser gora xwe were bibîranîn.(13.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" de dê li Stenbolê biçe serdana Federasyona Komeleyên Elewiyan û Komeleya Alimên Oldar. (13.30-15.00)